Li Efganistanê êrîş: 14 kes mirin

Di êrîşa li Efganistanê de 14 kes mirin. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê Talîbanan ve hatiye kirin.

Piştî agirbesta ku di Cejna Remezanê de li Efanistanê hate îlankirin û şûnde, di du êrîşên îro pêk hatin de 14 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin.

Şefê polîs ê harêma Seyagird ê ji AFP’ê re axivî got: “Talîbanan êrîşî bendekî ya kontrolê kirin. Piştre jî agir berdayê. Li vir bi giştî 7 kes mirin.”

Berdevkê rêveberê herêmê Waheeda Shahkar jî diyar kir ku erkdarekî ewlkariyê birîndar bûye, diyar kir ku kuştiyên Talîbanan jî çêbûne.

Di êrîşa din a li Ferahê pêk hat de 7 polîs mirin.