Li DYA’yê li dibistana seretayî êrîşeke bi çek

Hat ragihandin ku li DYA’yê di encama êrîşeke bi çek a li ser dibistaneke seretayî de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku kesê bi çekê êrîş Dibistana Seretayî ya bi navê Rancho Tehama School a li Cornîng a girêdayî eyaleta Kaîforniyayê kir, ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Rayedarekî bi navê Phîl Johnston ê ji televîzyona KCRA’yê re axivî, anî ziman ku herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Johnston, diyar kir ku piştî êrîşkar hate kuştin û şûnde ji aliyê hêzên ewlekariyê ve derdor hatiye dorpêçkirin.

Lê rayedar destnîşan kir ku hejmara kuştî û birîndaran hê zelal nebûye.

Tê payîn ku êrîşî li bajarê Sacramento yê ku 193 km dûre pêk hatiye.