Li DYA’yê 8 mirî hatin dîtin
Hat diyarkirin ku li eyaleta Teksasê di romorkekê de 8 mirî hatiye dîtin.
Hat diyarkirin ku li eyaleta Teksasê di romorkekê de 8 mirî hatiye dîtin.
Li eyaleta Teksasê ya DYA’yê li ser îxbarekê polîs çûn cihê bûyerê û 8 mirî dîtin. Hate ragihandin ku 17 jê giran, 30 birîndar jî hatine dîtin. Hat ragihandin ku bûyer têkildarî “qaçaxbirina mirovan” e.
Şefê polîsan McManûs diyar kir ku dema ew hatine cihê bûyerê di romorkê de 38 kes hebûne. Hat ragihandin ku lêkolîna li ser bûyerê didome.