Li du restorantên EEY teqîn pêk hat

Li bajarên Dûbaî û Abû Dabî yên Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (EEY) li du restorantan teqîn pêk hat, kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî polîs û çapemeniya xwecihî, li du restorantên Abû Dabî û Dûabî teqîn pêk hatin.

Di encama teqîna tûpê ya li restoranta Dûbaî yê de kesek mir.

Li gorî rojnameya Th Natîonalê, ji ber teqînê şewat derket û ziyan gihişte qata jêr a avahiyê.

Di teqîna li Abû Dabî yê de jî restoratna KFC û Hardees hate hedefkirin. Ji ber teqînê ziyan gihişte firoşgehên din ên li heman kolanê.

Pêkhantina herdu teqînan a di demekê de ku têkiliyên di navbera Îsraîl û EEY ku asayî dibe de bal kişand