Li dijî qedexeya li ser PKK'ê çalakiyeke hevpar tê lidarxistin

Gelek sazî û parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê wê ji bo şermezarkirina qedexeya li ser PKK'ê, nîjadperestî û qanûna polîsan a ku hikumet dixwaze bîne, roja 1'ê Kanûnê li paytext Berlînê xwepêşandaneke hevpar li dar bixin.

26'ê Mijdara 1993'an di dema hikumeta Helmût Kohl de PKK li Elmanyayê hatibû qedexekirin. Qedexe dikeve sala 25'an. Di sala 25'an de ji bo bandor û xisara vê qedexeyê li milyonek Kurdên li Elmanyayê û li demokrasiya Elman dike bê bibîrxistin, konferans, çalakî û xwepêşandanên protestoyî tên organîzekirin.

Yek ji van xwepêşandanan jî roja 1'ê Kanûnê li paytext Berlînê tê lidarxistin. Ji bo vê çalakiya hevpar, gelek saizyên civaka sivîl, zanyar, akademîsyen, hiqûqnas, parlamenter, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bang kirin. Meş û mîtîng wê bi dirûşma "Daxwaza azadiyê nabe ku were qedexekirin - têkoşîna hevpar li dijî qanûna polîsan, qedexeya li ser PKK'ê û li dijî nîjadperestiyê" pêk tê. Amadekariyên ji bo çalakiyê zû dest pê kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin, Elmanya û Tirkiye welatên sereke ne ku li dijî tevgerên azadiyê şer dikin. Hate bibîrxistin ku ji roja PKK hate qedexekirin û vir ve bi hezaran kes hatin darizandin, bi sedan kes hatin destgîrkirin, serdegirtin li mala bi dehan kesî hate kirin û ev bang hate kirin:

'CIVAKA LI ELMANYAYÊ QEDEXEYÊ QEBÛL NAKE'

"Em ji hikumeta federal dixwazin ku qedexeya li ser PKK'ê tavilê rake. Ev siyaseta antî-demokratîk a li dijî tevgera azadiyê tê kirin, divê êdî biqede. Me gelek caran dît ku civaka li Elmanyayê jî qedexeya li ser PKK'ê qebûl nake. Hem dema Kobanê, hem di xwepêşandanên G20 de, hem jî di dema çalakiyên ji bo şermezarkirina qanûna polîsan de me dît ku PKK ji bo demokrasiyê, aştî û azadiyê têdikoşe.

Tevî ku serdegirtin li gelek malan hatibe kirin, gelek xwepêşandan hatibin qedexekirin, gelek pirtûk hatibin desteserkirin jî qedexeya li ser PKK'ê ji aliyê gelek mirovan ve nayê qebûlkirin. Em dixwazin 1'ê Kanûnê dakevin qadan û li dijî hevkariya hikumeta Elman a bi rejîma dîktator a li Tirkiyeyê re peyameke xurt bidin. Divê em ji bîr nekin; qedexeya li ser PKK'ê, dewleta polîsan a ku hewl tê dayin bê afirandin û zêdebûna nîjadperestiyê xwedî heman mantalîteyê ne. Li dijî tankên Leopart, li dijî krediyên Hermes û li dijî qanûna polîsan a li Elmanyayê, em dixwazin li Elmanyayê, Kurdistanê û tevahiya cîhanê jiyaneke demokratîk, femînîst û ekolojîk ava bikin."

KOMÊN FEMÎNÎST Û ANTÎ-FAŞÎST JÎ WÊ BIMEŞIN

Meşa girseyî wê 1'ê Kanûnê roja Şemiyê saet 12:00 li meydana Alexanderplatzê ji cihê Neptûnbrûnnenê dest pê bike û tê payin ku li gel alîgirên demokrasiyê komên femînîst û antî-faşîst jî tevlî bibin. Ji bo meş û mîtîngê van kesayet û saziyan bang kirin:

Dr. Gisela Penteker (Berpirsyara Tirkiyeyê ya IPPNW'ê), Ulrich Hartig, nivîskar Dario Azzellini, Heinz Rolle, nivîskar Murat Çakır, Gefangenen-Gewerkschaft / Bundesweite Organisation, Interventionistische Linke, Kampagne TATORT Kurdistan, Partiya Jinê ya Femînîst, Judith Dellheim, Ökonomin, Komeleya Azadî, MAF-DAD, Cenî, Professor Peter Ott, Kerem Schamberger, rojnamevan Markus Bernhardt, Parlamentera Partiya Çep a Thurîngenê Kati Engel, Franziska Büchl, Komeleya Rote Hilfe, Antifaschistische Aktion Lüneburg, Silvia Hauffe, Heinz Jürgen Schneider, Metin Güler, Axel Oswald, Franz Spindler, Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke, Jürgen Repschläger, linksjugend’solid Berlin, Dr. Nesmil Ghassemlou, Parlamentera Partiya Çep Gökay Akbulut, Berdeva Partiya Çep a NRW'ê Inge Höger, Dr. Nikolaus Brauns, Dr. Norman PAECH, Parlamentera Partiya Çep Sylvia Gabelmann, Christian Katz, Dr. Muriel González Athenas, Koma Xebatê ya Berlînê ya Komeleya Rote Hilfe, rojnamevan Marcus Staiger, Komeleya Alîkariya bi Penaberan re ya Cuxhaven.

Van saziyan jî piştre eşkere kirin ku ew destekê didin çalakiyê û wê tevlî bibin: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Dostên Tevgera Jinên Kurd a Braûnschweîgê, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya li Kîelê, Tevgera Ciwanan Bonn, kampanya femînîst a bi navê "Têkoşîna Hevpar", rojnamevan Joachîm Legatîs û Koma Xebatê ya Kîel ya Rote Hilfe."