Li dijî Fransayê serlêdana li UCM'yê

Li dijî Fransayê ji ber sûcên dijî mirovahiyê gilih li Dadgeha Navnetewî ya Cezayê (UCM) hate kirin. Ceribandinên nukleer ên li Polînezyayê di hedefê de ne.

Serokê berê yê Polîneza Oscar Temarû li ser mijara serlêdanê got ''Ji ber encamên mêtingeriya nukleer deynê me yên li hemû miriyan e''.

Serlêdana li UCM'yê di komîsyonekê de ya Neteweyên Yekbûyî de, dema civîneke li ser Polînezya ya Fransayê hate ragihandin.

Temaru got lêpirsîn bi wê armancê ye ku li dijî Polînezyayê ji destpêka ceribandinên nukleer ve, ji hemû Serokkomarê Fransiz ku hatin ser kar hesab were pirsîn.

Rêveberê serxwebûnxwaz Temarû got ceribandinên nukleer ên Fransiz encameke rasterast a mêtingeriyê ye û got, ''Berejî daxuyaniyên Fransiyan, me nexwest ku em malxweyitiyê li van ceribandinan bikin, li me hate ferzkirin.''

Ji 1966'an heta 1996'an li herêmê ji hêla Fransayê ve 193 ceribandinên nukleer hatin kirin. Van ceribandinan bandor li ser tenduristiya gel û derdorê kir. 2010'an yasaya tazmînatê hate danîn lê komaleyên ku nexweşên ji ber ceribandinên nukleer diparêze, got, yasa pir sînordar e.