'Li dijî dagirkeriyê tevlî nava refên şoreşê bibin'

Şervana YPJ’ê Amara Herdem got: "Axa me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê wêrankirin. Ji bo vê yekê divê keç û xortên me tevlî şoreşê bibin û hesab ji dagirkeriyê bipirsin."

7 sal berê hêzên YPG û YPJ’ê piştî şerekî dijwar di 26’e Çileya 2015’an de Kobanê ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Ji bo şikandina DAÎŞ’ê û rizgariya Kobanê bi hezaran şervanên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê û yên enternasyonal şehîd bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wê demê bi rêya şandeya Îmraliyê ji bo berxwedana destanî ya Kobanê peyam şandibû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer û berxwedana li dijî DAÎŞ’ê wek “Şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn” pênase kiribû.

KENÊ LI SER RÛYÊ ZAROKAN

Şervana YPJ’ê Amara Herdem yek ji wan berxwedêran e ku li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiya. Bi wesîleya 7’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, şervana YPJ’ê Amara Herdem ji ANF’ê re axivî.

Herdem diyar kir ku piştî şerê Kobanê dest pê kir ew tevlî nava refên YPJ’ê bû û wiha axivî: “Weke gel li Kobanê çi êş û azar kişandiye min jî ew dît. Di dema şer de em her sibehê bi dengê tanqan, topan û guleyan şiyar dibûn, bajarê Kobanê xira bibû, mij û duman rabû bû. Lê belê dema Kobanê hate rizgarkirin, kêfxweşiya wê nayê pênasekirin. Li dewsa tanq û topan, dengê kenê zarokan ket rûyê erdê, piştî ewqas şerê hovane me digot em di nav xeyalê de ne." 

'EZ JI RUHÊ CANFEDAYÎ BANDOR BÛM'

Herdem anî ziman ku ruhê fedayî li Kobanê derket holê û wiha pê de çû: "Dema ku em çûn Kobanê me timî digot, dîsa weke berê em ê li welatê xwe bijîn. Kobanê bi ruhê fedaî yê hevalan hate rizgarkirin. Hevalên ku di eniyên pêş de şer dikirin, sekna wan ya bêtirs û ji xwe bawerbûn hêz dida me û me jî digot, em ê weke wan hevalan bin. Timî me digot, ev heval çawa dijîn, em ê jî weke wan bijîn. Heval Herdem jî yek ji wan bû û ez ji têkoşîn û berxwedana wê bandor bûm û tevlî nava refên YPJ’ê bû. Heval Herdem timî li hemû hevalan difikirî û di dema şerê giran de jî digot, 'Em ê li ber xwe bidin û tola hevalên şehîd hilînin'. Her wiha timî qala felsefeya Rêber Apo dikir."

'BERDELÊN BERXWEDANÊ MIZGÎNIYA MEZIN BI XWE RE ANÎ'

Şervana YPJ’ê Herdem destnîşan kir ku berdelên berxwedanê mizgîniya mezin bi xwe re anî û wiha dom kir: "Di berxwedanê de gelek heval tevlî karwanê şehîdan bûn û gelek heval birîndar bûn. Berxwedana Kobanê tu carî ji hişê mirovan naçe û nayê jibîrkirin. Gava mirov ji zarokekî Kobanê bipirse wê bi saetan qala berxwedana Kobanê bike û qala wehşeta çeteyan bike. Ji bo vê yekê divê timî mirov di hêrsa tolhildanê de be."

SOZA TOLHILDANA EFRÎNÊ

Şervan Amara Herdem diyar kir ku ne tenê Kobanê û bajarên wan ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin jî heman êş kişandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku mirov li rûyê dayikek Efrînî dinêre, mirov wê hêrs û êşê dibîne. Timî li benda wê ne ku rojekê vegerin Efrînê. Çawa ku li Kobanê em koçber bûn û me ew êş kişand, niha ew êş li Efrînê jî tê kişandin. Ez êşa gelê xwe fêm dikim. Dema bajarê te tê li ber çavê te, zilm û zordariyên ku li ser Efrînê tên kirin weke revandina gel, birîna darên Efrînê pir zehmet e. Gelê Kobanê çawa êş kişandiye gelê Efrînê jî ew êş kişandiye. Ji bo vê yekê ez soza tolhildana Efrînê didim."

'LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TEVLÎ ŞOREŞÊ BIBIN'

Şervana YPJ’ê Amara Herdem anî ziman ku ji bo komkujî û wehşet li ser vê axê neyê kirin ew tevlî nava refên YPJ’ê bûye û wiha got: "Ji bo tiştên li Kobanê qewimî carek din li cihek din pêk neyê, ez tevlî YPJ’ê bûm. Axa me di bin dagirkeriyê de ye û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê wêrankirin. Ji bo vê yekê divê keç û xortên me tevlî şoreşê bibin û hesab ji dagirkeriyê bipirsin. Em xweparastin û parastinê ji Rêberê xwe hîn bûne. Di nava welat de hemû netewe bi hevre dijîn. Ji bo hevalên me yên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê şehîd bûne soza me ya tolhildanê heye."