Li Derya Spî di nava du rojan de 41 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li Derya Spî di dawiya hefteyê de du qeza rû dan. Ji ber ku keştiyan koçber tê de bûn noq bûn, herî kêm 41 kesî jiyana xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok bûn.

Derya Spî hîn jî goristana herî mezin a dinyayê ye. Dawiya vê hefteyê li Derya Spî herî kêm 41 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li peravên Tirkiyeyê ji ber ku keştiyek noqî binê avê bû herî kêm 11 kes mirin ku 8 ji wan zarok in.

Çend roj beriya qezaya li Tirkiyeyê du qezayên din rû dan. Keştiyek ku 50 kes tê de bûn li peravên giravên Yewnanistanê noqî binê avê bû. Di qezayê de 12 kes mirin. 20 kes jî ji aliyê tîmên parastina peravê ve hatin rizgarkirin. Yên hatin rizgarkirin rakirin nexweşxaneya Prevezayê.

Serokê Konseya Herêmê Dîmîtrîs Karamanîdîs der barê qezayê got, "Şahidan gotin ku keştî bi tîpa kabîn e. Mirovên ku li kabînê ji bo kişandina çixareyê hilkişiyan jorê dîtin ku av dikeve hundirê keştiyê. Wê demê jî dikevin nava panîkê û keştî noqî binê avê dibe."

Di sala 2019'an de bi qasî ku hate tespîtkirin 1300 kes li Derya Spî di qezayan de mirin.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di nava pênc salên dawî de 20 hezar kes mirin.