Li Derya Spî 1400 koçber hatin rizgarkirin

Hat ragihandin, zêdeyî hezar koçberên ji Lîbyayê diçûn Îtalyayê li Derya Spî hatine rizgarkirin, lê herî kêm 2 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya yekîneya ewlekariya peravan a Îtalyayê Gûardîa Costîera, 1.400 koçberên bi keştî û botên cuda bi rê ketin hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di çarçoveya mîsyona hevpar a bi navê Sophîa de ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve bê meşandin, koçber hê nêzî peravên Lîbyayê bûn hatine rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di dema karê rizgarkirinê de cenazeyên 2 koçberan hatine dîtin. Tê payin, hejmara koçberên jiyana xwe ji dest dane piştî îfadeya koçberên hatine rizgarkirin zelal bibe.

Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê duh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hejmara koçberên ji 1'ê Çileyê û pê ve di ser Derya Spî re hatine, li gorî heman wexta sala 2017'an gelekî kêm bûye. Hat ragihandin ku par 2 hezar û 393 koçber 15 rojên destpêkê xwe gihandibûn Îtalyayê, lê ev hejmar îsal daketiye 974 kesî.

Lê belê piştî karê ku danê nîvro û berêvarê hatin kirin, bi koçberên hatin rizgarkirin re hejmara koçberên 16 rojên destpêkê hatin Îtalyayê bû 2 hezar û 400 kes.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ji sala 2014'an heta 2017'an ji koçberên hewl dan xwe bigihînin Îtalyayê, 20 hezar kes li Derya Spî fetisîn. Piraniya koçberên hewl didin xwe bigihînin Îtalyayê, ji welatên Afrîkayê ne ku şerê navxweyî lê heye. Gelek koçberan jî li ser rêya Lîbyayê di Çola Sahra de jiyana xwe ji dest dane.