Li Derayê lihevkirin: Komên çekdar teslîm bûn!

Piştî bombebarana hêzên Sûriye û Rûsyayê li Derayê, komên çekdar û Rûsya carek din rûniştin ser maseyê muzekereyê. Hate ragihandin ku komên çekdar teslîm bûne.

Li gorî lihevkirina di navbera komên çekdar û Rûsyayê de, komên çekdar xwestine li herêmê bimînin, çekên xwe danin, polisên leşker ên Rûs wê li herêma Derayê werin bicihkirin.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê koma ku navê ‘Artêşa Sûriyeya Azad’ li xwe kirî Îbrahîm Cebavî ve hate dayîn. Li gorî Cebavî lihevkirin agirbesta du alî û hêzên rejîmê wê ji gelek bajarên li başûrê Derayê vekişin jî digre nava xwe.

Li gorî nûçeya Reûtersê ku çavkaniyê dispêre komên çekdar lihevkirin wê roja Înê bikeve meriyetê. Lihevkirinê de wê kontrola benda derbasker a bi sînorê Ûrdûnê ve bidin hêzên Esad.

Li Derayê yên ku otoriteya rejîma Sûriyeyê qebûl neke wê herêmê terk bikin û vegerin bakurê welat. Li Rojhilatê Gûtayê jî heman lihevkirin kirîbûn. Çeteyên li vir ji bo herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatibûn şandin. Tirkiye piştgirî dida çete û komên çekdar ên li Derayê.

Li Derayê ji roja Şemiya borî ve di navbera Rûsya û komên çekdar de 5 tûrên hevdîtinê hatin kirin. Roja Çarşemê hevdîtina dawî bê encam ma û roja Pênçşemê jî herêm bi dijwarî hate bombebaran kirin. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di nava rojekê de bi hezaran caran herêm hate topbaran û bombebaran kirin.