Li Daytonê jî êrîşa çekdarî: 9 kes mirin
Li bajarê Daytonê ya eyaleta Ohîo ya DYE'yê vê sibehê kesekî bi êrîşa çekdarî gelek kes kuştin û birîndar kirin.
Li bajarê Daytonê ya eyaleta Ohîo ya DYE'yê vê sibehê kesekî bi êrîşa çekdarî gelek kes kuştin û birîndar kirin.
Li gorî daxuyaniyên ku rayedaran li ser çapemeniya civakî kirin, êrîşkarê çekdar jî di nav de 9 kes mirin û 16 kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya polîsê herêmî Matt Carper vê sibehê saet 01.00'an li dehma Oregonê ya bajêr êrîş çêbûye.
Hate gotin êrîşkar bi gulea polîsan hatiye kuştin.
Tê gotin kesê ku guman jê tê birin bi çekên lûledirêj û gelek cebilxaneyê êrîş aniye.