Li Cîlo şopa Tijda

Fatma Yagmûr a ku li Elmanyayê ji dayik bû û lê mezin bû, zû PKK nas kir. Piştî ku Sakîne Cansiz (Sara) dît, bêhtir çalak bû. Li dû şehadeta Cansiz berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî demeke kurt şehîd bû.

Tijda Ekecîk (Fatma Yagmûr) yek ji lehengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Lêgerîna wê ya li azadiyê ew ji Ewropayê gihand çiyayên Kurdistanê. Bû gerîlaya Zagrosan. Ji bo demeke kurt jî be bû gerîlayeke têr û tijî.

Di nava zor û zehmetiyên çiyê de hevrêtiya têkoşînê cuda ye. Vegotina hevrêyên xwe zehmet jî be mirov pê serbilind e. Ekecîk 13'ê îlona 2016'an li Cîloyê şehîd bû. Hevrêyê wê Gelhat Dijwar qalê kir:

"Di Bihara 2016'an de li Cîlo me hev nas kir. Wê demê li Cîloyê hevalên nû hatibûn wezîfedarkirin, kom hatin qadê. Di nava komeke ji hevalên jin de Heval Tijda jî hebû.

CARA YEKÊ BÛ KU HATIBÛ KURDISTANÊ

Cîlo ji aliyê avhewayê ve qadeke dijwar e, bihara xwe jî dereng tê. Dema ku kom hatin, m eha Gulanê bû. Li girên ku em lê bûn bi giranî berf hebûn. Demeke welê bû ku berf hêdî hêdî diheliya. Heval piştî ku 6-7 saetan hilkişiyan çiyê, gihîştin cihê me. Em jî tevî du hevalan çûn pêşwazîkirina wan. Li wir şehîd Hêlîn jî hebû. Dema ku em çûn me dîtin ku heval gelekî westiyayî bûn. Li ser kaniyê li qada Azroyê me heval pêşwazî kir û bir kampa me. Hevaela Tijda li qada me hatibû wezîfedarkirin. Wê demê dijmin êrişî Cîlo kir. Li dijî operasyonê me amadekariyên xwe kir. Di pêvajoya pratîkê de em bi hevala Tijda re man. Ew jî mîna me tevlî karê şikeft û binesaziyê bû. Wê demê me firsend dît ku hev ji nêz ve nas bikin. Em hîn bûn ku ji Elmanyayê tevlî bûye Li wir mezin bû piştre jî tevlî gerîla bû. Cara yekê bû ku hevala Tijda dihate Kurdistanê.

HER TIMÎ DIXWEST ENCAMÊ WERBIGIRE

Piştî ku tevlî bû demekê di nava karên ciwanan de ma û piştre bi israr xwest xwe bigihîne eniya şer. Taybetmendiya wê ya destpêkê ya ku bal dikişand ev bû. Destpêk li Avaşînê bû, piştre jî derbasî Cîlo bû. Wê demê şer giran bû û wê jî timî dixwest li refên herî pêş be. Perwerdeya leşkerî dîtibû, lewma ji aliyê şer ve kûr bûbû. Hevalek bû ku kûrbûna wê zêde bû û her tim dixwest encamê werbigire. Ji aliyê rêbaza tevgerê û şert û mercên şer ve xwe şareza dikir, ji aliyê fîzîkî ve timî xurt bû. Dilxwaziya wê ya bi çiyê re û hêza wê ya manewî ew di nava jiyanê de xurtir dikir.

BKC A YEKANE RADESTÎ WÊ HATE KIRIN

Ji bo bkaranîna çeka BKC gelekî israr kir. Lewma yekane çeka me ya BKC radestî Tijda hate kirin. Dema ku çek diavête ser milê xwe gelekî kêfa wê dihat. Bi hesasiyeteke mezin nêzî berpirsyariyên xwe dibû. Piştî ku çeka BKC radestî wê hate kirin her roj du caran paqij dikir. 150-200 fîşekên wê çekê hebûn û timî di çenteyê wê de bûn. Yanî timî di pozîsyona şer de bû. Taybetmendiyeke xwe ya xurt a pêşengiyê hebû. Hevaleke welê bû ku potansiyela xwe hebû zû bibe fermandar. Di jiyanê de jî ev yek timî nîşan dida.

PÊŞÎ LI NÊZÎKATIYÊN JI RÊZÊ DIGIRT

Di nava jiyanê de gelekî bi bandor bû. Bi durust û berpirsyarî tevlî nava jiyanê dibû. Manewiyata xwe bilind bû, dilsoziya xwe xurt bû. Her tim di nava partvekirinê de bû. Her tişt dipirsî û bi vî rengî reng dida jiyana me. Nedihişt ku jiyan ji rêzê be.

KARÊN HERÎ ZEHMET DIKIR

Destpêkê ji aliyê fîzîkî ve hinekî zehmetî kişandibe jî ev yek nîşan nedida. Gelekî kedkar bû. Bi taybetî di karên herî zehmet de pêşengî dikir, bênavber demeke dirêj dixebitî. Wateyeke xurt dida kar. Têkoşîn bi xurtî fêhm dikir û bi vî rengî jiyan mezin dikir. Lewma xwedî kûrbûneke xurt bû.

HER TIMÎ DIXWEST GUHDARÎ BIKE Û HÎN BIBE

Taybetmendiyeke din a hevala Tijda jî ew bû ku zû tevlî civatê dibû. Timî guh dida hevalan û hewl dida hîn bibe. Mînak, dema ku hevalekê/î qala tecrûbeyê xwe dikir bi saetan lê guhdarî dikir û pirs dipirsî. Ji xwe ji ber vê taybetmendiya xwe di temenê xwe yê ciwantiyê de dest bi lêgerînê kir. Li Elmanyayê têkilî bi hevalan re danîbû. Her ku jiyana hevalan ji nêz ve nas kir bêhtir çalak bû û tevlî kar bû. Şehadeta hevala Sara bandoreke mezin lê kiribû. Beriya ku tevlî bibe Heval Sara dîtibû, pê re sohbet kiribû û nîqaş kiribû. Vê yekê jî biryara tevlîbûnê ya hevala Tijda xurt kiribû. Piştî şehadeta Heval Sara tevlî nava têkoşînê bû. Li cihekî weke Elmanyayê biryara ji bo tevlîbûnê bi tena serê xwe gaveke gelekî mezin e. Ji aliyê xwe ve bi biryara tevlîbûnê bersiva herî rast da şehadetan.

DI DEMEKE KURT DE LI CÎLO BANDOREKE MEZIN KIR

Şehadeta heval Tijda ji bo me zehmet jî be bi sekna xwe ya li nava jiyanê, têkoşîn û coşa xwe cihê xwe di dil û mejiyê her kesî de girt. Hûn li Cîlo ji kîjan hevalê/î bipirse wê qala Tijda bike. Tevî ku demeke kurt li Cîlo ma şopeke xwe ya mezin lê hişt. Li dijî operasyonê dijmin heta kêliya dawî şer kir."