Li Bukreşê dijî hikûmetê çalakî: Zêdetirî 450 kes birîndar bûn

Li paytexta Romanya Bukreşê di çalakiyên protestoyê yên li dijî hikûmeta sosyal demokrat de şer derket, zêdetirî 450 kes birîndar bûn.

Li gorî daneyên nexweşxaneyê gelek birîndar hene û kesên ji bombeyên gazê yên polîsan bandor bûyîn hatin tedawî kirin. Hate ragihandin ku di nava birîndaran de zêdetirî 30 cenderme jî hene.

Muxalefeta rastgir a navendê rexne li cendermeyan kiribûn û cendermeyan jî ragihand ku li dijî dehan çalakiyên şidetê yên holîganan mudaxelaya ‘bi pîvan’ kirin e.

Roja Înê li Bukreşê zêdetirî 20 hezar mirov bi armanca protestokirina ‘gendelî’ li hev civiyabûn. Di dema çalakiyê de bi dehan kesî xwestin benda polîsan derbas bikin, kevir û bîdonê avê avêtin polîsan. Polîsan bi gaz û ava germ bersiva xwepêşandaran da.

Serokkomarê rastgir yê navendê ku bi hikûemta sosyal demokrat re alozî dijî Klaûs Yohannîs ‘mudaxelya bê pîvan û tund’ a cendermeyan şermezar kir û bang li Wezîrê Karê Hundir Carmen Dan kir ku têkildarî bûyeran daxuyanî bide.

Tê payîn ku îro li seatên êvarê li Bukresê çalakiyên nê yên protestoyê werin lidarxistin.