Li Brezîlyayê desteserkirina zeviyan

Li Brezîlyayê li gorî rapora salane ya ku ji aliyê organîzasyona Katolîk a parastina mafên gundî û cotkaran dike CPT ve hatî weşandin de, di sala 2017’an de hejmara qetilkirina cotkaran ya ji ber zeviyan li gorî sala berê 4 caran li xwe zêde kiriye.

Li gorî raporê li Brezîlyayê di sala derbasûyî de bi giştî 65 gundî bi dest danîna li ser zeviya wan re hatine qetilkirin. Li gorî sala 2016’an kesên ku hatine kuştin çar caran li ya berê zêde bûne.

Di raporê de tê gotin li ser tuntiya ji bo desteserkirina herêma bejahiyê ya zeviyan zêde bûye û tê gotin komkujiyên giştî ku di dîrokê de çêdibûn niha jî çêdibin.

Di raporê de tê diyarkirin ku li bejahiya eyaleta Mato Grasso ya dikeve rojhilatê welêt, welatî bi  êşkenceyan hatine qetilkirin. Di rapora CPT de jî polîtîkayên tawîzdayîna yên Serokê Dewletê Mîchel Temer ê rastgir ya li ber şîrketên endstriya çandinniyê têne rexnekirin.

Li Brezîlyaya ku di cîhanê de ji  aliyê xaka xwe ve di rêza 5’emîn de cih digre û xwedî 8,5 mîlyon kîlometre ax e, daristanên Amazonan yên li Brezîlyayê têne tinekirin û ji bo xebatên şirketên meêzin ên çandiniy têne bikaranîn. Li aliyê din li bejahiyê ji xakên di destê cotkar û gundiyan te bi zext, êrîşan têne desteserkirin.

Çeteyên ku li dijî cotkaran êrîşên organîze dikin, zeviyên ku ji gundiyan distînin didin şirketên mezin. Li gorî CPT’yê beşekî giring yê van êrîşan ji aliyê wan çeteyên ve pêk tê, ku ji şirketên mezin re kar dikin.

Mîchel Temer ê ku ji peywirê standina lîdera sosyalîst Dîlma Roûssseff de rol leyîstî, li  Parlamentoya Brêzilyayê tê tawanbarkirin ku tawîzeke zêde dide şîrketên endûsrtiya çandniyê, ku bi kêmanî 200 parlamanter hevkariyê bi wan re dikin.