Li Brezîlyayê bi dehan general bûn parlamenter

Li Brezîlyayê di tûra yekemîn a hilbijartinên serokdewletiyê de rastgirê tund Jaîr Bolsonaro bû yekemîn. Di hilbijartinên meclîsê û senatoyê de ku heman rojê hatin kirin, bi dehan namzetên leşker hatin hilbijartin.

Di serî de partiya PSL a Bolsonaro ku bi gotinên xwe yên nîjadperest, dijminê jinan û alîgirê dîktatoriyê tê naskirin, bi dehan leşker ji gelek partiyan tevlî siyasetê bûn. Di hilbijartinên roja Yekşemê de 22 leşker an jî leşkerên berê cihê xwe di Meclîsa Nûneran de girtin.

Li gorî nûçeya Agencîa Brasîl, partiya Bolsonaro PSL hejmara wekîlên xwe ji 8 derxist 52'an. 13 ji van wekîlan jî ji qada leşkeriyê tên. Her wiha du namzetên leşker ên ji PSL'ê cihê xwe li Senatoyê girtin. Balkêş e namzetê Sao Paûlo Sergî Olîmpîo Gomes 9 milyon deng stend.

Li gorî nûçeya ajansê, herî kêm 60 wekîlên ku berê leşker bûn cihê xwe di meclîsên qanûndanînê yên 27 eyaletan de girtine.

Bolsonaro di tûra destpêkê ya hilbijartinên serokdewletiyê de 46 ji sedî yê dengan stend. Tûra duyemîn a hilbijartinê jî piştî sê hefteyan e û hevrikê Bolsonaro namzetê Partiya Karker (PT) Fernando Haddad e.

Bolsonaro bi rengekî vekirî pesnê dîktatoriya leşkerî ya navbera salê 1964 û 1985'an dide. Polsonaro soz dabû ku bê hilbijartin wê desteya nû ya hikumetê ji gelek generalan pêk were.