Li Bexdayê 7 xwepêşander hatin kuştin

Îro di saetên êwarê li paytexta Iraq Bexdayê di encama gulebarankirina cihekî ku xwepêşanderan bikar dianî de 7 xwepêşander jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Ew du meh in ku xwepêşandanên li dijî hukûmetê li paytexta Iraq Bexdayê û li bajarên Ereb yên Şîî de didome.

Îro berêwarê li otoparka nêzî Pira Sînek a nêzî Meydana Tehrîrê ya li bajarê Bexdayê ku ji destpêka protestoyan heta niha bikartînin, di encama gulebarankirina xwepêşanderan ya ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar we 7 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şahîdên bûyerê ew agahî dan ku koma çekdar ya ku bi wesayîteke bê plaqe ber bi cihê bûyerê we dihat, destpêkê molotof koktêl avêtin nav avahiya oto parkê û ew dane ber agir, piştre jî gule li xwepêşanderên ku di avahiyê de bûn reşandin.

Çawkaniyên fermî yên Iraqê jî heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedane.

Piştî bûyerê xwepêşanderan li cîhên ku bidest xistine drûşmên dijî hukûmetê berzkirin û dûbare dest bi xwepêşandanê kirin, tê gotin rewşa ku xûya dikir hinekî aram bûye, dûbare aloz bûye.

Di xwepêşandanên ku di 1’ê Cotmahê destpêkirine û heta niha didomin de hejmara kesên ku di xwepêşandanê de jiyana ji dest dane gihiştiye 450 kesî û zêdetirê 15 hezar kes jî birîndar bûne.