Li Berlînê ciwanên Kurd û Elman li dijî Neonaziyan meşiyan
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li dijî faşîzma Neonaziyan meşek hate lidarxistin. Çalakgerên TCŞ û TEKO-JIN’ê jî tevlî çalakiyê bûn.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li dijî faşîzma Neonaziyan meşek hate lidarxistin. Çalakgerên TCŞ û TEKO-JIN’ê jî tevlî çalakiyê bûn.
Li dijî faşîzma Neonaziyan ya ku bi qetlîama Hanaûyê zêde bû, li bajarê Berlînê yê Elmanyayê ciwanên Kurd û Elman çalakiyek li dar xistin.
Çalakî li herêma Rûdowê dest pê kir a ku rastgirên radîkal zêde lê hene. Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Kurdî û zimanên cihê li dijî faşîzmê slogan hate berzkirin. Di çalakiyê de têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê derket pêş.
Ciwanên Kurd jî bi pankart û flamayên TCŞ’ê tevlî meşê bûn.
Meş heta îstasyona metroyê ya Zwîcoadamê domiya û çalakî bi axaftina li vê derê bi dawî bû.