Li ber Sefaretxaneya Swêd a Lîvornoyê çalakî hat lidarxistin

Li dijî vê yekê ku tê xwestin Kurd bi qanûna terorê ku li Swêdê ji 1’ê Tîrmehê û şûn ve dikeve meriyetê, bên krîmanîlîzekirin, li Lîvornoyê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê, bi armanca protestokirina bazariyên qirêj ên li ser gelê Kurd ên di çarçoveya berfirehkirina NATO’yê de, li ber Sefaretxaneya Swêdê çalakiyek hate lidarxistin.

Ji xeynî Kurdistaniyan, dostên wan ên Îtalî û Partiya Komunîst a Îtalî jî tevlî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniya ku li wir hat xwendin de hat destnîşankirin ku di encama peymana Swêdê ya bi dewleta Tirk a faşîst re îmze kirî de, bi zagona ku wê ji 1’ê Tîrmehê û şûn de bikeve meriyetê, dixwazin Kurdên li welat dijîn krîmanîlîze bikin. Çalakî bi banga tevlûbûna ji bo meşa ku wê 5’ê Tîrmehê roja Sêşemê li bajarê Floransa ya Îtalyayê bê lidarxistin, bi dawî bû.