Li Belçîkayê nîjatperestên Tirk Kurdek lînc kirin

Li komuna Quaregnonê ya Belçîkayê bi hinceta ku li medyaya civakî nasnameya Kurdbûnê derdixe pêş nîjatperestên Tirk bi ser mala ciwanê Kurd de girtin, ew lînc kirin. Rewşa ciwanê Kurd giran e.

Nîjatperestên Tirk êvar Yekşemê li komuna Quregnonê ya li herêma Valon bi zimanê Fransî ya Belçîkayê êrîş anîn. Bi sedmea ku li ser medyaya sosyal li nasnameya xwe ya Kurdî xwedî derdikeve nîjatperestên Tirk êrîş birin ser mala ciwanê Kurd.

Ciwanê Kurd weke ku miribe tevgeriya û wiha kir ku êrîşkar ji malê derkevin. Diyar bû ciwanê Kurd birine serwîsa giran, rûyê wî pelixandin, travmaya mêjî çêbûye û talokeya jiyanî ya ciwanê Kurd heye.

Li gorî encamên pêşî yên lêpirsînê jî xuya dike ku êrîş bi sedema nasnameya Kurdbûnê ye û piştî vîdeoya li medyaya sosyal par ve kirî êrîş çûye ser.

Piştî êrîşa nîjatperestên Tirk gelek êrîşkar hatin girtin û hê jî li sê kesan digerin.