Li Belçîkayê bi hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan

Li paytexta Belçîkayê Bruksel û Liegeyê piraniya wan xwedekarên dibistanan, bi hezaran kes ligel hewayê sar ê zivistanê ji bo avhewayê meşiyan.

Li Brukselê, bû 4 hefte ye bi deh hezaran kes ji bo avhewayê li hev dicivin. Di çalakiya vê hefeteyê de xwendekar derketin kolanan û bi pankarta, “Ciwan ji bo avhewayê” meşiyan.

Di meşê de ciwanan li pey hev dirûşmeyên, “Germtir, germtir, em ji avhewayê şewattir in” berz kirin.

Li bajarê Liegeyê jî bi hezaran xwedekar derketin kolanan. Li gorî agahiyên hatî parvekirin 10 hezar kes tevlî van çalakiyê bûne.

Xwendekaran ji hikumetê xwest ku di mijara avhewayê de bihîstiyartir tevbigere û li dijî pirsgirêkan bibe xwedî projeyên çareseriyê.

Xwendekar her hefte dersên dibistanan boykot dikin û derdivin kolanan. Hate diyarkirin ku 10 hezar ciwan tevlî meşa 10’ê Çile bûne û her ku diçe hejmara çalakgeran zêdetir dibe.

Hefteya derbas bûyî 35 hezar kes tevlî çalakiyan bibûn.