Li Belçîkayê 8 kes hatin binçavkirin

Li Belçîkayê, bi îdîaya ku xwe ji bo êrîşekê amade dikirin 8 kes hatin binçavkirin.

Li gorî rojnameya La Dernière Heure di çarçoveya "dosya li ser terorîzmê" de roja Yekşemê li komuna Molenbeek û hin herêmên din ên welêt hêzên ewlekariyê avêtin ser hin cihan. Di serdegirtinê de 8 kesên ku tê îdîakirin 'xwe ji bo êrîşeke terorîstî amade dikirin' hatin binçavkirin. 4 ji van li Molenbeekê hatin binçavkirin.

Komuna Molenbeekê ku welatiyên ji Fasê bi giranî lê dijîn, weke yek ji îslamiya radîkal tê dîtin.

Gelek kesên ku Mijdara 2015'an li Parîsê êrîş kirin û 130 kes kuştin, ji vê komunê dihatin. Welatiyê Fransayê yê bi eslê xwe Fasî Salah Abdeslam ku di nava êrîşkaran de ew tenê sax maye, 18'ê Adara 2016'an li Molenbeekê hatibû girtin.

Di lêpirsîna komkujiya Parîsê û komkujiya Brukselê ya 22'ê Adarê de ku 32 kes miribûn, eşkere bûbû ku her du êrîş ji aliyê heman hucreyê ve hatine plankirin. Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya herdu komkujiyan li xwe girtibûn.