Kurd li Başûrê Kurdistanê bi rêbaza JÎTEM û Hîzbûllahê têne kuştin

Salên dawî PDK bi hevkariya MÎT û Parastinê li her devera Başûrê Kurdistanê ketiye pey Kurdên ji Bakurê Kurdistanê, ku ji ber dozên siyasî berê xwe dane vê herêmê. Heta niha di êrişên PDK’ê û MÎT’ê de 3 kes şehîd bûne.

Salên dawî her ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re zêde bû, êrişên dewleta Tirk a dagirker jî zêde bûn. Di vê çarçoveyê de salên dawî êrişên li ser welatparêzên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ku berê xwe dane Başûr jî zêdetir bûne. 

GEFA SÎXÛRÎ Û DERSÎNORKIRINÊ

PDK bi rêya îstixbarata xwe Parastin û MÎT’ê li aliyekê zextê li welatparêzan dike, li aliyê din jî bi gefa dersînorkirinê sîxûriyê li wan ferz dike. 

Hêzên asayîşa Hewlêrê di 23’ê Mijdarê de Hasan Kaçar ê HDP’î jî tevî malbata wî, dersînor kiribû. Piştre jî Endamê HDP’ê Gungor Alp ê ku ji ber dozên li wî hatine vekirin û koçî Başûrê Kurdistanê kiribû li Hewlêrê ji aliyê asayîşê di 10’ê Kanûnê de ji Hewlêrê hate derxistin. 

PDK Û MÎT’Ê LI BAŞÛR DEST BI KARÊ JÎTEM Û HÎZBÛLAHÊ KIRIYE

PDK bi MÎT’ê re mîna kiryarên salên 90’î ku JÎTEM û Hîzbûlahê yên li Bakurê Kurdistanê dikir, dest bi revandin, girtin û qetilkirina welatparêz û şoreşgeran kiriye. Başûrê Kurdistanê ji bo hemû kesê ne ewle ye, taybet ji bo welatparêzên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê bi mijarên siyasî berê xwe dane Başûr. 

BI SAXÎ KETE GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ DERKET Û MIR

Penaberê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Hacî Yildirim ê ji gundê Dêrhîn yê Qilebanê bû 11’ê Mijdara 2020’an ji aliyê asayîşa PDK´ê li Hewlêrê hatibû girtin. Yildirim 3’ê Kanûnê hatibû berdan, lê 11 rojan paşê, bi sedema penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Dema Yildirim ketibû zindanê, ti nexweşiyeke wî nebû û tê gumankirin li zindanê derman dabinê. Cenazeyê Yildirim li warê wî hate definkirin.

PIŞTÎ DU MEHAN MALBATÊ ZANÎ KU QETIL KIRINE

Piştre Metîn Adogît ku hevserokê berê yê BDP'ê yê navçeya Çaldiranê bû, sala 2011'an di operasyonên qirkirina siyasî de ku bi navê 'KCK'ê’ hatin meşandin, hatibû girtin. Piştî ku 2 salan li Girtîgeha Wanê hate hiştin, sala 2013'an hate berdan, lê cezayekî giran ê girtîgehê lê hate birîn. Adogît ji ber vê yekê tevî malbata xwe koçî herêma Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Siyasetmedarê Kurd Adogît ku ji ber ambargoya PDK'ê ya li ser Kampa Mexmûrê li Silêmaniyeyê dixebitî û zarokên xwe xwedî dikir, piştre derbasî Hewlêrê bû û li wir dest bi kar kir. Adogît hewl dida bixebite û li zarokên xwe yên li Mexmûrê binêre. Ji bo vê jî xwest tevî hevalekî xwe malekê kirê bike ji bo lê binîne, lewma çû serî li Asayîşa PDK'ê da. Lê belê di dema serlêdanê de hate destgîrkirin. Tevî ku ji wan re got, beriya niha carekê krîza dil derbas kiriye û nexweşê şekir e, Asayîşa PDK'ê ew girt û şand girtîgehê. Hevalê wî yê malê diçe dermanên wî tîne, nexweşê dil Adogît divê van dermanan bi rêk û pêk bi kar bîne, lê dermên nadin wî.

Adogît ji 7'ê Mijdarê 2020’ê ve li Girtîgeha Hewlêrê hate hiştin. Tenê carekê jî nehiştin ku malbata xwe bibîne. Asayîşa PDK'ê di 12'ê Çileya 2021'î de li malbata wî geriya û ji wan re ragihand ku miriye. 

Metîn Adogît bavê 5 zarokan û şervanekî ku di nava refên gerîlayên Tevgera Azadiyê de şehîd bûyî ye.

LI SILÊMANIYÊ SÛÎQESTAN DESTPÊ KIR

Piştî êrişên li dijî welatparêzên Kurd ên li Hewlêrê vê carê jî navnîşan bû Silêmanî ku di bin rêveberiya YNK’ê de ye. Bi vê yekê jî peyam tê dayîn ku welatparêz li kûderê dibin bila bibin, girêdayî doz û mafê xwe bin wê bibin hedefa êrişan. 

JI PIŞT VE LI CIWANÊ WELATPARÊZ DA

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Parastinê û MÎT’ê di 16’ê Îlona 2021’an de li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye kir hedef. Di êrişê de Ferhat ji serê xwe bi giran birîndar bû. 

ENDAMÊ KOMÎTEYA MALBATÊN ŞEHÎDAN A PKK’Ê ŞUKRÎ SERHET ŞEHÎD KIRIN

Piştî vê êrişê di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.

Li gorî agahiyên hatin girtin, kesên ku êrişî Şehîd Şukrî kirine 4 kes bûn, yek ji vana gulebaran kiriye, yên din li derdorê bûne û piştî gulebaranê bi seyareyek tîpa pikap a Toyota ber bi Hewlêrê ve revîne. Tevî ku di nava Silêmaniyê de ewqas kamareyên çavdêriyê û nuqteyên kontrolê hebûn, ti astengî li pêşiya wan nehatiye çêkirin. Polîsan ji bo girtina kujeran û belgeyan tenê serî li cihê bûyerê dane.

WELATPARÊZEK DIN KIRIN HEDEF Û ŞEHÎD KIRIN

Herî dawî jî 16’ê Gulana 2021’ê li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî li ber xwargeha xwe ji aliyê du kesên li ser matorbiskilêtê ve hate gulebarankirin. Çelebî ku bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê, şehîd bû.

JI BER TIRKIYE Û MÎT’Ê BÊDENG IN

Ne li Hewlêr û ne jî li Silêmanî berpirsên van bûyeran nehatin zelalkirin, ne hikûmetê û ne jî parlamentê li ser van kuştinên tên kirin, peyam dane. Her wiha asayîş û hêzên ewlekariyê jî xwe li vê bêdeng kirine. Ev jî dide nîşandan ku bê ka zexteke çawa ya Tirkiye û MÎT’ê li ser herêma Kurdistanê heye. Dîsa destê MÎT’ê çiqas ketiye nava sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

LI DIHOKÊ JÎ SÛÎQAST

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku xwe dispêre agahiyên herêmî, li Dihokê welatiyê bi navê Hisên Tureli yê Bakurê Kurdistanê ji ber zextên dewleta Tirk neçar maye derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, 15’ê Gulana 2021’ê rastî êrişeke hatiye. Hate diyarkirin ku Turelî li Nexweşxaneya Dihokê tê dermankirin. Li ser çawatî û çawaniya êrişê hêzên ewlekariyê agahî nehatine parvekirin.

Balkêşe piştî êrişa li ser welatparêzê Bakurî Mehmed Zekî Çelebî hate zanîn ku Tûrelî jî rastî êrişekê hatiye. Ne ragihandin û ne jî Asayîşa PDK’ê li ser vê êrişê ti daxuyanî nedane.