Li Başûrê Kurdistanê helwesta li dijî êrîşên dagirkeriyê

Li Başûrê Kurdistanê gelek rêveber û 127 rewşenbîr, nivîskaran bang li NY'yê kir ku li dijî êrîşên Tirk ên dagirker raweste.

Li dijî haziriya dagirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê helwest didomin. Hem rayedarên Başûrê Kurdistanê û hem jî civaka sivîl helwestê nîşan didin.

ŞÊX CENGÎ TALABANÎ: BIRYARA TRÛMP WÊ BANDORÊ LI SER IRAQÊ BIKE

Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Şêx Cengî Talabanî li ser biryara vekişandina leşkerên Emerîkî ya ji ser sînorên Tirkiyê û Rojava got ev ê bi xwe re krîz û şer bîne, ev krîz û şer wê bi Sûriyê re sînordar nemîne, derbasî Iraqê jî bibe û bike ku dîsa DAÎŞş zindî bibe, tevbigere û got, ''Ji vê krîzê wê koalîsyona navnetewî berpirs be''.

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê gto, ''Ez hewl bidim ku Kurdên Rojava êşeke dî ya meztir nejîn.''

Barzanî heftiya bihurî li Hewlêrê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lawrov re rûnişt, di hevdîtinê de li ser rewşa Kurdên Rojava nerazîbûna xwe diyar kir û xwest ku Rûsya li ser vê mijarê bi rola xwe rabe.

Serokê Dîwana Seroktiyê ya  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de ya bi Lavrov re nerazîbûna xwe diyar kir û xwest ku Rûsya û Lavrov ji bo aştiyê navbeynkariyê bike.

Serokê Navendî yê Karê Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî got heke dewleta Tirk êrîşê bibe ser Rojava wê qurbaniyên vê yên pêşî sivil bin, ev rewş wan gelekî tengezar dike û di encama vê de bi sed hezaran kes dibe ku ji şûnwarên xwe bibin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sêşemê nerazîbûna xwe ya li ser êrîşeke dagirker a pêkan nerazîbûna xwe diyar kir û got, ''Em gelekî ne razî ne ku hêzên DYE'yê ji ser herêmên sînor vekişin û piştî vê dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êrîşê bibe.''


Hikûmeta Herêmî ji dewleta Tirk xwest ku gaveke wiha neavêje ku dîsa bike DAÎŞ zindî bibe, ji kontrolê derkeve.

127 NIVÎSKAR, HUNERMEND Û SIYASETMEDARAN BANG LI NY'YÊ KIRIN

Nivîskar, rewşenbîr, hunermed û şexsiyetên siyasî li dijî haziriya dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe nîşan dan, daxuyaniyeke bi îmzeya 127 kesan bang li NY'yê kirin ku li ber dagirkerî û komkujiyê raweste. Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Em dixwazin neyê hiştin ku xwîn were rijandin, komkujî were rawestin, li deverên herêmên ewle şer derkeve. Li ser vê mijarê em bang li we dikin ku hûn bi peywira xwe rabin.''