Li Barzan, Sêrt û Şirnexê çalakî: 9 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya HPG'ê li Barzanê 5 û li Sêrtê jî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Qilabanê jî kûleya leşkerî bi temamî hate rûxandin. Li Bestayê derb li yekîneya veşartî hate xistin, lê hejmara leşkerên hatin kuştin zelal nebû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI BARZANÊ DI ÇALAKIYÊN GERÎLA DE HERÎ KÊM 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 21'ê Cotmehê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet 06:30'î li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Bayrakê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê leşkerek hate kuştin.

Saet 10:30'î hêzên me li dagirkerên li Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê xistin. Derbên xurt li kozikên dijmin hatin xistin û 4 leşker hatin kuştin.

Hêzên me saet 15:50'î li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Li stargeh û çeperên dijmin hatin reşandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawana vêt herêmê.

LI QILABANÊ KÛLEYEKE LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN

Roja 21'ê Cotmehê saet 11:45'an li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Maymûn çalakiyek hate kirin. Der bi çeper, stargeh û kûleyên li ser gir hatin xistin. Di vê çalakiyê de konteynirek û kûleyeke mezin bi temamî hatin rûxandin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI SÊRTÊ DERB LI HÊZA OPERASYONÊ HATE XISTIN: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa TC a dagirker roja 18'ê Cotmehê li herêma Herekolê ya Sêrtê bi gelek tîmên xwe yên taybet, cerdevan û kontrayên xwe li qadên Şehîd Berxwedan, Şehîd Canxurt, Korîdora Soriyan, Deriyê Egîdan, Deriya Çeperê û Destesorî derket operasyonê. Di vê operasyona berfireh de, hêzên me roja 20'ê Cotmehê saet 7'an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve li yekîneya dijmin hate xistin û di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê gelek alavên xwe yên leşkerî li şûna xwe hiştin û reviyan. Helîkopterên êrîşê yên hêzên dagirker bombe li herêmê barandin. Demeke kin piştî çalakiyê, hêzên operasyonê yên dijmin bi rengekî bê encam mayî ji herêmê vekişiyan.

LI BESTAYÊ LI YEKÎNEYA VEŞARTÎ HATE XISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de êvara 21'ê Cotmehê li qada Îkîzce ya li navbera Şirnex û Cizîrê li yekîneyeke vaşartî ya derketibû operasyonê xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li leşkerên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

SERERASTKIRINA DAXUYANIYA LI SER GERÎLA NAÎM TURKOZ

Di daxuyaniya xwe ya 26'ê Tebaxa 2018'an de me ragihandibû ku roja 21'ê Tebaxê li derdora gundê Lisek ê navçeya Elbak a Wanê di operasyona artêşa TC a dagirker de hevalê ma Andok (Naîm Turkoz) radestî hêzên dijmin bûye. Piştî ku lêkolîn û lêpirsîn li ser mijarê hate kirin, eşkere bû ku hevalê me Andok radestî hêzên dijmin nebûye, lê dîl hatiye girtin. Em vê yekê sererast dikin û ji raya giştî re pêşkêş dikin."