Li balafirgeha leşkerî ya Sûriyeyê cebilxane teqiya: 32 kes mirin
ji ber teqîna cebilxaneyeke ya li balafirgeheke leşkerî ya li navenda Sûriyeyê de bi kêmanî 31 leşkerên rejîmê mirine.
ji ber teqîna cebilxaneyeke ya li balafirgeheke leşkerî ya li navenda Sûriyeyê de bi kêmanî 31 leşkerên rejîmê mirine.
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, teqîn li balafirgeha leşkerî ya El Şayrat a parêzgeha Hûmûsê pêk hatiye.
Mala Çavdêriyê anî ziman ku hê sedemê teqînê nehatiye zelalkirin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ragihand ku mirî hene, lê hejmar neda. Sanayê ragihand dema cebilxaneyên ku dema wê borî dihate veguhestin ji ber pirsgirêkeke teknîkî teqîn pêk hatiye. Li gorî Mala Çavdêriyê 31 leşkerên rejîmê mirine.