Li bakurê Yemenê şer: Nêzî 80 kes mirin

Li wîlayeta Marîbê ya li bakurê Yemenê, di şerê navbera Hûsiyên Şîa û hêzên hikumetê de nêzî 80 şervan mirin.

Li gorî daxuyaniya çavkaniyekî ji hêzên hikumetê ku ji AFP'ê re axivî, di nava 48 saetên dawî de piraniya wan bi êrişên hewayî 60 Hûsî hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji hêzên hikumetê jî 18 leşker mirine. Li gorî agahiyan di şer û êrişên hewayî de bi dehan şervan jî birîndar bûn.

Herêma Marîbê li bakurê welêt yekane cih e ku di destê hêzên hikumetê de maye, lewma girîng e. Li gel bangên hêzên navneteweyî yên ji bo agirbestê jî bi mehan e şer li vê herêmê diqewime.

Piştî ku paytext Sana sala 2014'an kate destê Hûsiyan şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikumetê yên pişta xwe dispêrin Erebistana Siûdî, li aliyê din jî Hûsiyên ku ji Îranê piştgiriyê digirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di vî şerî de bi deh hezaran kes mirin. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi milyonan mirov neçar man koçber bibin û nifûsa welêt li ber birçîbûnê ye. Her wiha Yemen weke welatê di nava krîza herî giran a mirovî de ragihandibû.

Eger Marîb bikeve destê Hûsiyan, wê ev yek bibe derbeke giran ku li hêzên hikumetê dikeve. Li Marîbê ji sedî 10 ê sotemeniya dîzelê, bi taybetî jî ji sedî 90 ê gaza petrolê ya şile ya li welêt tê hilberîn.