Li Bahreynê 80 milyar varîl petrola tehtan hate dîtin

Bahreynê diyar kir ku wan 80 milyar varîl petrola tehtan dîtine.

Wezîrê Petrolê yê Bahreynê Mûhammed bîn Halîfe el Halîfe diyar kir ku wan 80 milyar varîl petrola tehtan dîtine. Ev keşf wê rê li ber vî tiştî veke ku Bahreyn bibe hilberîneke girîng a petrolê.

Vê xeta petrolê ya ku hatiye dîtin, ji ya yên heyî mezintir e. Xeta bi navê Bahraîn Fîeld di sala 1932’an de hatibû keşifkirin û bi tenê çend sed milyon varîl petrol tê de heye. Bahreyn a niha rojane 50 hezar varîl petrolê derdixe.

Wezîrê Petrolê diyar kir ku wan rezerveke gazê jî dîtine û beriya 5 salan wê ev xeta gazê nikaribe têkeve meriyetê.