Li Awûstralyayê mîlyonek masî mirin

Di çemê başûr-rojhilatê Awûstralyayê de ji mîlyonekê zêdetir masî mirin. 

Hewza fireh a Murray-Darling bi masiyên mirî tijî bû. Gelê herêmê û yên kesên ji herêmê hatî hilbijartin li ser tevna civakî gelek dîmenên vê qirkirina xwezayê parve kirin. 

Rayedaran ragihand ku hejmara masiyên mirî ji mîlyonekê zêdetir e. Hikumeta Eyaleta Galelera Başûr a Nû bi fikare ku bi zêdebûna germahiyê re rewş girantir bibe.

Tê ragihandin ku ligel hişkesaliyê, kêmbûna rêjeya ava çem, zêdebûna germahiyê, kevzeke ku masiyan bê oksîjen dihêle û bi jehr e çêdike û ev jî dibe sedema mirina masiyan. 

Wezîrê Eyaletê yê Avê Niall Blair, ragihand ku li herêmên dûr ên rojavayê eyaletê û li platoya Northern Tablelandsê dibe ku mirina masiyan zêdetir be. 

Her çiqas ev bûyer di asta xwecîhî de be jî, di asta neteweyî de deng veda. Serokwezîrê Awûstûralyayê Scott Morrison got, “Ev bobelateke xwezayê ye.”

Li gorî gelê herêmê hin polîtîkayên hikumetê dibin sedema kêmbûna rêjeya ava çem. Lewma ev encam derdikeve holê.