Li Amsterdamê 'Biryardariya Qirkirina Ermeniyan' tê danîn

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, wê ji bo Qirkirina Ermeniyana 1915'an bîrdariyek bê danîn.

Bîrdarî ji aliyê hurmendekî xwecihî yê li Ermenîstanê ev hate çêkirin û sê parçeyan pêk tê. Bîrdarî wê li dîwarê Dêra Ermenî-Apostolîk a li Amsterdamê bê xistin. Merasîma vekirinê wê 21'ê Nîsanê bê kirin û nûnerên hikumeta Ermenîstanê jî tevlî bibin.

Bîrdariya ji sê metreyan pêk tê wê li navenda bajêr bê danîn ku her kesê karibe bibîne. Wê li goşeya Krom Boomslot û Keizerstraatê bê bicihkirin.

Ne cara yekê ye ku li Hollandayê ji bo Qirkirina Ermeniyan bîrdarî tê danîn. Beriya niha li hewşa Dêra Ermenî ya li bajarê Almelo û li goristana bajarê Assenê jî bîrdarî hatibûn danîn.

Ji bo bîrdariya ku wê merasîma wê 21'ê Nîsanê bê kirin, Şaredariya Amsterdamê meha Çileyê destûr dabû. 13 hezar Euroyê ji bo bîrdarî hewce bû, ji aliyê civata Ermenî ve hatibû komkkirin.

Li gorî dîroknasan, asla 1915'an 1.5 milyon Ermenî hatin qirkirin. Parlamentera Hollandayê di meha Sibatê de pêşnûmeya ku qewimîna 1915'an weke "qirkirinê" dinase qebûl kiribû. Ev yek bûbû sedem ku têkiliyên navbera Enqere û Hollandayê bêhtir nebaş bibe. Li ser nerazîbûna Enqereyê, hikumet tevlî biryara parlamentê nebû û qirkirin nas nekir.

Hikumet tevî vê biryara xwe jî, wê ji bo bîranîna 24'ê Nîsanê di asta wezîr de heyetekê bişîne Ermenîstanê.