Li Amedê tevî êrîşên polîsan û qedexeyê jî gel li qadan e

Li Amedê ji Duşemê dema desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin û vir ve çalakiyên protestoyî û êrîşên polîsan didomin. Polîsên Tirk îro jî êrîşî çalakiyan kirin. Gel jî bi biryardarî li ber xwe dide.

Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê Duşemê ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatibûn desteserkirin û di operasyonên paralelî vê yekê de bi sedan kes hatibûn destgîrkirin.

Li Amedê çalakiyên şermezarkirinê di roja duyemîn de didomin. Lê belê polîsên Tirk kolana Elazigê ya ku avahiya şaredariyê lê ye û kolana Lîseyê dorpêç kirine û rêyên li van kolanan hemû asê kirine.

Tevî dorpêçiya polîsan jî bi sedan endamên HDP'ê û şêniyên bajêr serê sibehê li herêmê kom bûn. Girseya gel li kolana Lîseyê xwe gihandin ber bendên polîsan û bi qîrîna dirûşman nerazîbûn nîşan da. Polîsên Tirk jî êrîşî çalakgeran kirin.

Di dema êrîşê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan ji bo daxuyaniyê ragihînin li ber dirûşman xwe gihandin qada çalakgeran.

Polîsan careke din êrîşî girseya gel kirin ku ji bo Temellî û yên pê re li çepikan dixist û dirûşm diqîriya. Lê belê girseya gel kolana Lîseyê neterikand û çalakiya protestoyî domand. Di dema êrîşê de Parlametnera HDP'ê Ayşe Acar Başaran birîndar bû. Endamên partiyê Başaran birin nexweşxaneyê.

Parlamentera HDP'ê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî êrîşan da û destnîşan kir ku li gel qedexeya walîtiyê jî wê dest ji daxwazên xwe yên demokratîk bernedin û kolanan neterikînin.

Piştî ku Temellî daxuyanî ragihand, girseya gel dirûşm qîriya û polîsên Tirk careke din êrîşî gel kirin. Girseya gel bi TOMA û bi coş êrîş kirin. Ji ber êrîşê gelek çalakger birîndar bûn.

Tevî vê yekê jî girseya gel kolana Lîse neterikand û polîsên Tirk vê carê bi gazê êrîş kirin. Komek ji çalakgeran ber bi Anit Parkê ve meşiya ku avahiya walîtiyê lê ye. Li vê derê jî êrîşî gel kirin.

Bi sedan kes piştre ber bi taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ve meşiyan. Girseya gel berê xwe da Parka Koşûyolû û li kolanên Baglarê meşa xwe domand. Li kolanên Amedê xwepêşandan û êrîşên polîsên Tirk didomin.