Li Amedê polîsek hate kuştin

Hate ragihandin, li navçeya Hênê ya Amedê di encama çalakiyeke gerîla de herî kêm polîsek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şeva Duşemê li navçeya Hênê di çalakiyekê de du polîs birîndar bûn.

Polîsên birîndar bi rêya helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. Ye kji birîndaran li nexweşxaneyê mir. Tê gotin, polîsê mirî ye Nazin Tûncer e.

Çavkaniyên HPG'ê hîn li ser vê çalakiyê daxuyaniyek nedane.