Li Afrîkayê li dijî kolerayê wê derziyê li 2 milyon kesî bixin

Li Afrîkaya li dijî kolerayê kampanyaya ku derzîlêxistinê dest pê kir. Heta nîvê Hezîranê wê derziyê li 2 milyon kesî bixin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Duşemê kampanyaya derzîlêxistinê ragihand. Ji Rêxistina Tenduristiyê Mîchael Ryan got, ‘’talokeya kolerayê heye lê çareseriya me jî heye.’’

Bi çarçoweya kampanyaya derzîlêxistinê li 5 welatên Afrîkayê wê derziyê li 2 milyon kesî bixin.

Ji xeynî vê kampanyayê tê xwestin salên pêş me jî têkoşîna dijî kolerayê were geşkirin. Wê were ceribandin bê ka di vê mijarê de aktor çendî dildar in. Hewldaneke global dixwaze ku heta 2013’an mirinên ji ber kolerayê 90 ji 100’î kêm bike.

Kampanyaya derzîlêxistinê li Zambiya, Uganda, Malawî, Sûdan Başûr û Nîjeryayê bibe. Kampanya bi alîkariya Rêxistiniya Tenduristiyê ya Cîhanê û desteka hevkarên wan, ku di nav koma têkoşîna kolerayê de ne, bi wezaretên tenduristiyê yên welatên têkildar re were rêvebirin.

2017’an ji Sîerra Leone heta bi Bangladeşê 10 milyon derzî li dijî kolerayê hatin belavkirin.

Li dijî kolerayê ji bo maweyeke domdirêj tê gotin dive qelîteya avê were zêdekirin

Her wiha hate gotin ku li beşekî Yemenê jî wê kampanyaya derzîlêxistinê dest pê bike. Li Yemenê ji par ve 1 milyon bûyerên kolerayê hatin testpîtkirin. Tê gotin heke tevdîr neyên standin rewş dikare girantir dibe.

2017’an li Afrîkayê 150 hezar bûyerên bi guman hatin tespîtkirin, mirina 3 hezar kesî ya ji ber kolerayê derbasî qeydan bû. 2018’an 37 hezar bûyerên kolerayê hatin tespîtkirin û heta niha nêzî hezar kesî mir. Tê gotin li Afrîkayê bi kêmanî li 12 herêm û welatî ev nexweşî birengekî aktîf berbelav dibe.

Kolera di serî de li Afrîka û Asyayê li hin welatan nexweşiyeke endemik. Beriya bi demekê hêla kolerayê rabû. Ev jî bi guherînên hawîrdorî, nearamiya siyasî, şer, koçberiya bi darê zorê û bajarvaniyê tê şîrovekirin.