Li Afganîstanê ji ber êrîşekê 6 kes mirin
Di êrîşa li bajarê Celalabad yê Afganîstanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa li bajarê Celalabad yê Afganîstanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Avahiya Rêveberiya Maliyê ya li bajarê Celalabad yê li rojhilatê welat bû hedefa êrîşê. Berpirsên Afganîstanê diyar kirin ku êrîş bi şêweyê xwekuj û bi çekan hatiye kirin.
Hate ragihandin ku êrîşkarek di dema ketina avahiya Rêveberiya Maliyê ye bombeyên li ser xwe pêçandî teqand û piştî vê jî êrîşkarê din derbasî avahiyê bûye, şer derketiye.
Di daxuyaniya ji Nexweşxaneya Celalabad hatî kirin de hate ragihandin ku di êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din hate ragihandin ku şerê li herêmê didome, têkildarî hejmara êrîşkaran agahiyeke zelal nehate bidestxistin.