Li Afganîsatanê êrîşî dibistana pîrikan hate kirin

Li dijî dibistana pîrikan a li bajarê Celalabad yê rojhilatê Afganîstanê êrîşek pêk hat û herî kêm 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên rayedarên xwecihî dane AFP’ê, êrîş li dijî navendekî ya perwerdê ku pîrîk lê perwerde didîtin pêk hat. Dengê teqînê hate bihistin û şahidekê bûyerê got gule hatine reşandin. Şahidê bûyerê got êrîşkaran mayîn jî çandine. Hate diyarkirin ku hêzên Afgan ji bo bêbandorkirina mayînê kar dikin.

Celalabad navenda rêveberiyê ya rojhilatê welat e û bê navber tevgera Talîban yan jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşan dikin.

Êrîşa herî dawî 11’ê Tîrmehê li dijî avahiyeke perwerdehiyê hate kirin. 11 kes divê êrîşê de mirin û heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye. Beriya vê êrîşê rojekê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî konvoya endamên îstixbareta Afgan kirin û 12 kes kuştîbûn.