Li Ûgandayê tanker teqiya, herî kêm 20 kes mirin

Li rojavayê Ûgandayê tanker teqiya û di encamê de herî kêm 20 kes mirin.

Li Kyambûra ya bajarokê Rûbîrîzî yê nêzî sînorê Komara Demokratîk a Kongoyê tanker teqiya. Li gorî berdevkê polîsê herêmê tanker ji bin kontrola şifêr derketiye û li sê wesayîtan qelibiye û herîm kêm 20 kes mirin. Ji ber teqînê 25 dikanên biçûk jî şewitin.

Roja 10’ê Tebaxê jî li Tanzanyyê tankera petrolê teqiya bû û 95 kes miribûn.

Li Ûgandayê sala 2013’anli Kampalayê heman kareset çêbûbû û 33 kes mirîbûn. Sala 2002’an jî li Rûtoto yê otobusa rêwiyan û tankerek li hev qelibîbûn û 70’î kes mirîbûn.