Li Şîkagoyê li dijî rakirina çekan çalakî hate kirin

Li bajarê Şîkago yê DYA'yê, ji ber ku mirov dikarin bi hêsanî çekan rakin û ji ber vê yekê jî gelek mirov dimirin, çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin.

Şîkago ku sêyemîn mezintirîn bajarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, ji aliyê mirina mirovan bi çekan ve li pêş e.

Li Şîkagoyê doh çalakiyek hate lidarxistin û mirina ji ber rakirina çekan hate şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya rahîb û aktîvîst Mîchael Phleger ve hate organîzekirin û rêyên bajêr nêzî saetekê li trafîkê hatin girtin.

Pfleger got, "Me îro bala siyasetmedaran kişandin ser xwe" û diyar kir, welatî ji hemû herêmên bajêr hatin û tevlî çalakiyê bûn.

Şîkago yek ji wan bajarên DYA ye ku herî zêde bûyerên kuştina bi çekan lê rû didin. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2018'an de ji ber 1114 êrîşên çekdarî 254 kes miribûn. Ev rêje li gorî sala 2017'an kêm jî be hîn di asteke bilind de ye.

Sala 2018'an, kuştina bi çekê bi dirûşma "March for our Lives" hate şermezarkirin.