Li Şengalê  Nexşerêya Xeseriya Demokratîk hate ragihandin - NÛ BÛ

Li Şengalê îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê  Nexşerêya Xeseriya Demokratîk hat ragihandin

 

 

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî Nefso û Riham Baqî Hico, li Xanesor, li Meydana Laleşê daxuyaniyek dan û hate gotin, ‘’Ji bo me Êzîdiyan Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an fitlonekeke. Êdî gelê me ti caran wê hebûna xwe bi dest hêzeke dî ve bernede. Ji bo careke dî ferman li me ranebin jiyaneke Bi Xweseriya Demokratîk dixwaze’’

 

Ji Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk Hisên Hecîs Nefso û Rîham Hiço, Hevserokê Desteya Rêveberiya Demokratîk Hecî Hesen Pîşo û Nehlê Yûsif Hefsûn, Alîkara Hevserok Kurdê Ezîl Ezîz, Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd, ji Asayişa Êzîdxanê Faris Herbo Xidir û Hevberdevê Meclîsa Ciwanan a Şengalê Îbrahîm Omer di daxuyaniya çapemeniyê de hazir bûn. Axaftin ji hêla hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk Hisên Hecî Nefso û Riham Baqî Hico   ve hate kirin.

Daxuyanî bi Kurdî û Erebî hate dayin.

 

Hisên Hecî Nefso û Riham Baqî Hico ku Nexşerêya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê dane naskirin di daxuyaniyê de wiha gotin:

‘’Em  Civaka Êzîdî, di dîrokê de ji alî çand û baweriyê ve em civaka herî qedîm in. Em Êzidî civakek wiha ne ku di demboriya dîrokê de ji ber baweriya xwe bi qirkirinan ji cih û warê xwe hatine derxistin, hemû curên bêzariyê em jiyane û li rastî êş û kederên mezin hatine. Divê wate bê dayîn û bê fêmkirin ji bo xweparastin û hebûna xwe domandinê ji hêla me ve nasnameya me  hîn zêdetir derketiye pêş. Êzdatiya ku baweriya herî kevin ya Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye, di dîroka borî de ji hêla civak û desthilatdarên olperest yên hişkebawer ve di asta nîjadkûjiyê de li rastî qirkirinan hatine. Em civaka Êzidî, em danasîna van êrişên nîjadkûjiyê bi şêweyê fermanê bi nav dikîn. Êzidiyên li Kurdistan û li hemû aliyên Mezopotamya dijîn, bi nîjadkûjiyên fîzîkî û baweriyê yên weke ferman bi nav dikin hatine asta tunebûn û xilasbûnê. Bi sedhezaran kes ji neçarî koçberî Ermenîstan, Rusya û Ewrûpa bûne. Piranî li welatê Şêx û derdora Şingalê bi civakek her ku çûyî helyayî û hêjmara şêniyên xwe hatî asta sedhezaran,  me kariye xwe bigihênîn sedsala 21’an.

            Di sedsala bistûyekan ya qaşo wisa tê hizirîn sedsala her hêlê de ji nirxên weke demokrasî, wekhevî, azadî astek herî pêşketî de bilind bûye û pêşveçûye de, li serê Êzidiyan hatina fermanek nû, bi navê tevayî mirovahiyê şermekî mezin û şikandina kerametekî mezin ya pir berbiçav e. Di belaya hatî serê mirovahiyê ya nîjadperestî û hovitiya DAIŞ’ê de dîsa civaka me ya Êzidî herî zêde li rastî tengezariyê hatiye. Roja 3’yê Tebaxa sala 2014’an êrişa hov û ji derveyî pîvanên mirovahî ya hatî ser civaka me ya Êzidiyan ku em wê weke fermana 73’an bi lêv dikin, ji tevayî fermanên hatine jiyîn ya herî bi êş, keder û xemgînî bû. Her wiha tê zanîn rê li ber zerer û ziyanên wiha vekiriye ku ji nû de dermankirin û saxkirina wê pir zehmet e. Di van êrişan  de bi hezaran Êzidî hatine qetil kirin, piranî zarok û jin bi hezaran hatine revandin, bi sedhezaran kes neçar bûn axa bav û kalan ya ku hebûna Êzidxanê bû di şûn xwe de bihêlin û li çar aliyên cîhanê belav bibin. Bi vê fermana ji hêla DAIŞ’ê ve hatî pêkanîn,  Êzidî bi rewşa ji rûpelên dîrokê tune bibin re hatine rûbirû. Li ruxmê pêkhatina vê qirkirinê ji her hêlê de diyar û li berçav bû, ne dewleta Iraqê ne jî Rêveberiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tu hewldanên bergirî yan ji pêşîgirtina wê nekirin.

       Ji sedema rêveberiyek û hêzek parastina cewherî ya Êzidiyan bi xwe tunebû, dema 3’yê Tebaxa sala 2014’an DAIŞ’ê êriş kir, di demek kin de gundên Êzidiyan dagir kir û xwe gihand Şingalê. Hêzên leşkerî yên di hindirê Şingalê de jî li beramberê êrişa DAIŞ’ê li berxwe nedane, bi vî rengî bi sedhezaran Êzidî di nava êrişa qirkirinê ya DAIŞ’ê de hatin hêlan û terka mirinê hatin kirin. Weke di fermanên dîroka derbazbûyî de, jin, zarok, ciwan, kal bi şêweyek pêxwas, têhn û birçî berê xwe dane çiyayên Şingalê. Di vê dema Êzidî di tengasiya herî mezin de, 12 gerîllayên PKK’ê yên fedayî bedena xwe li beramberê keriyên hov yên DAIŞ’a mirov nenas kirin mertal, dîsa gerîllayên YPG û YPJ’ê ji Rojava xwe gihandin Şingalê qorîdor vekirin û Êzidiyan ji qirkirineke mezin û nîjadkûjiyê rizgar kirin. Piranî Êzidiyên ji fermanê hatin rizgar kirin dema li kampên Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistan belav dibûn, di nav de jin, zarok û kal derdorê 15 heya 20 hezar gelê me jî di şert û mercên herî zehmet de bi mayîna li ser çiyayên Şingalê jiyana xwe domandin. Li rexa xeterî û gefa DAIŞ’ê û her wiha di nava şertên herî zehmet yên zivistana Şingalê de, bi xwestek û îradeyek xurt di çadiran de mayîna bi hezaran malbatan li serê çiyayê Şingalê, ji hêla dîroka Êzidiyan ve berxwedaneke bi rûmet û pîroz bû. Ev berxwedan weke bi biryarbûna domandina hebûna xwe ya gelê me derbazî rûpelên dîrokê bûye.

       Gerillayên HPG û YBŞ’ê yên bi şêweyê hêzên parastina cewherî yên Şingalê xwe rêxistin kirin, di pêvajoya zivistanê de ne hêlan lingê DAIŞ’ê bi ser çiyayê Şingalê bikeve. Pir cihên niştecihbûnê yên li çiyayê Şingal û derdora wê ji destê DAIŞ’ê rizgar kirine. Di payîza sala 2015’an di rizgarkirina bajarê Şingalê de gerîllayên HPG û YBŞ’ê roleke girîng leyistin. Herçiqas rizgarkirina navenda bajarê Şingalê ji destê DAIŞ’ê girîng bû, weke civak ji bo carek din li rastî fermaneke wisa neyên û misogeriya pêşerojê were bi destxistin, di bingehê xwe parastina cewherî de,  bi hişmendiya xwe gihandina rêveberiya xwe ya xweser, jiyana xwe di alî azadî û demokratîkbûnê de pêşxistin, weke mafekî xwezayî me rêveberiyên xwe yên xweser pêş xist û ava kir. Di hêla mafê xwe bi xwe rêvebirin û bi îradeya xwe ya azad jiyanek nû avakirinê de, nêzîkatî û rêgiriya hêzên bi fermanê re li beramberê civaka Êzidiyan berpirsyariyên xwe bi cih naniyîn û herwiha bûne sedemê pêkhatina fermanê û em tengezar kirin, ji hêla me ve aliyeke yê wê yê bê fêmkirin û em bi pejirênîn tuneye.

       Piştî vê fermana li ser civaka me hatî pêkanîn, dîsa bi hişmendiya Êzidiyan weke berê girtina dest, îradeya wan nasnekirin, bi rengek ku Êzidî ji fermana hatî jiyîn tu ders dernexistine nêzîkatî kirin, li beramberê Êzidiyan bê mafî û bê rêziya herî mezin e. Mixabin bi çavê ku tiştek ne qewimiye û tiştek çênebûye îro dûbare li ser Şingal û Êzidiyan tevgerên avakirina desthilatiyê û xistina bin kontrola xwe derdikeve holê. Di roja 3’yê Adara sala 2017’an de êrişkirina Xanesorê ku yek ji herêmên Êzidî dixwazin li wir rêveberiya xwe ya xweser pêşbêxin û herwiha vê êrişê bi destê çeteyên revok yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêkanîn encama hişmendiyek bi vî rengî bû. Xanesor ne di destê DAIŞ’ê de bû. Ew du sal bû ji hêla zarokên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû paqijkirin, hatibû parastin û herêmek ku gel rêxistinbûna xwe bi xwe tê de pêşxistîbû. Dema bi van êrişan negihiştin armanca xwe, vê carê Tirk bi ser mede şandin. Firokeyên şer yên Tirkiye bi bombebarana Şingalê xwestin me bi tirsênin û îradeya me bişkênin. Li himberê van nêzîkatiyan  gelê me yê hê birînên wan nehatî pêçan ne aram dibin û bê baweriya wan kûr dibe. Divê herkes têbigehe Êzidî êdî ne Êzidiyên beriya fermanê ne. Bila kes nekeve wê bendewariyê em tu hêzek desthilatdariyê li ser me ferz dike û îradeya me nasneke bi pejirênîn. Me diyar kiribû li beramberê her cûre destdirêjiyên van hêzan em gav paş de navêjîn û li ber xwe bidîn. Ji îro şûnde jî em ê li ber xwe bidin.

       Ji ber hesabên pêkanîna desthilatiya ser Şingalê ya van hêzan, firsend bû herêmên qibletê yên di destê DAIŞ’ê de werin rizgar kirin lê nehatin rizgar kirin. Divê rewşê de Heşdi Şehbî ya li gel DAIŞ’ê şer dikir di demek pir nêz de xwe gihandiye sinorên Şingalê û ketiye gûndên Êzidiyan. Ev rewş hêlaye û rê li pêşiyê vekiriye ku li ser hêzên dixwazin Şingalê de desthilatdariya xwe pêş bêxîn Hikûmeta navendî ya Iraqê jî zêde bibe. Piştî derbazkirina vê fermanê dema Êzidî bi xwesteka xwe gihandina jiyanek xweser ya di bingeha avakirina hêzên parastina cewherî û rêveberiyên xweser ketin hewldanê, dîsa li ser Êzidxanê jiyana têkoşînên avakirina desthilatiyan, pir eşkere carek din derdikeve holê û tê dîtin jibo Êzidiyan Xweseriya Demokratîk xwedî giringiyek dest jê nayê berdane û nebe nabe ye.Yên di dema êrişa DAIŞ’ê de Êzidiyan ne parastîn, piştî têkbirina DAIŞ’ê hewlên wan yên dîsa li ser Êzidxanê bûyîna desthilat eşkere bûye û rakitiye berçavan.

       Jibo me Êzidiyan fermana 3’yê Tebaxa 2014’an xala vegerêye. Êdî gelê me ne di wê nîyazêde ye hebûna xwe radestî wijdana hinek hêzên din bike. Jibo carek din li rastî fermanê neyê, dixwaze xwe bigihêni jiyana xweseriya demokratîk.

       Ji bo vê bê ku dem were windakirin piştî fermanê bi pênç mehan 14’yê Çileya 2015’an gelê me li ser vî bingehî bi konferansekê çû damezrandina meclîsekê û îradeya xwe ragihand.

       Li rex pêşxistina berwedanê, biryardariya rizgarkirina axa xwe; îradebûn û biryardariya ji nû de dîsa vegûherandina rewşa jiyanê ya herêma Şingalê û karîna tevayî kesên koçber bûyîn vegerandina ser cih û werê bav û kalan; pêşxistina rêvebereriya xwe ya xweser û hêza xwe ya parastina cewherî bi konferansekê ji tevayî cîhanê re eşkere kirin. Îradeya Şingalê dîsa vegûherênin rewşa çavkaniya hêvî û jiyanê nîşa kirin.

       Îradeya meclîsa ji nû ve avakirina Şingalê ya ji Konferansê derketî, bê nîqaşe ku îrade û nûnertiya herî rewa ya vî gelî û ya Şingalê ye. Ji ber ku  em ev mirov û meclîsa wan me Şingalê bernedane û me li br xwe da. Meclîsa vî gelî; bê ku alîkarî û piştgiriyek ya Hikûmeta navendî û herêmê hebe, valehiya rêvebirinê ya heyî li rûxmê bê derfetî û zoriyan dagirt. Ev Meclîsa avaker ya 2 sal û nîve di hewldana avakirina sîstema xwe ya xweser de ye, di pêvajoya derbazbûyî de li gorî pêwîstiya gel pir sazî û rêxistinbûn saz kir. Li rûxmê tevayî zorî û zehmetiyan meclîsa avaker ji bo mirovên mayîn ser çiyê derfet û pêwistiyên jiyanê afirand. Ji perwerdeya zarokan ji avakirina dibistanan bigire, di hêla şaredarî, meclîsên herêmî, xizmeta tenduristî, ewlekarî bi avakirina pir sazî û dezgehên din li rûxmê astengiyan bi rêveberiya xwe ya xweser û sîstema xwe ya xweser Şingalê vegerand qadek jiyanê.

       Meclîsa avaker ya Şingalê ne tenê ji bo Êzidiyên li Şingalê mayîn, ji bo Êzidiyên koçber bûyîn jî bû hêvî û ji bo vegeran rolek girîng leyist. Bi hezaran malbat li ser vê sazûmaniya li Şingalê avabûyî re dîsa karîn vegerin cih û warên xwe.

       Heya roja îro ev meclîs bi giranî ji bo berhevkirina pêwistiyên gel yên jiyanî, ji bo avakirina saziyên gel û hêzên parastinê, erkê parastina gelê xwe leyistiye. Ji niha û şûn de li rexa tevayî erk û berpirsyariyên xwe, gelê me ji meclîsa xwe daxwaz dike li ser bingehê xweseriya Şingalê statuya Şingalê bêxe bin mîsogeriyê.

       Gelê me yê Êzidî ji 14’yê Çileya 2015’an heya niha her dem xwestine jiyanek xweser ya derbarê wan de biryar ji hêla meclîsa xweser ve were dayîn, li beramberê êrişan parastina cewherî ya wan biparêze girêdayî vê meclîsê be.Têkoşîna li ser Êzidxanê bûyîna desthilatdar napejirîne. Ji vê sedemê em vê bernameya xweseriya demokratîk ku nêrîn û daxwaza gelê me ya nebe nabe ye, pêşkêşî tevayî hêzên siyasî, dewletên têkildar, hêzên navnetewî û tevayî raya giştî dikîn. Em li bendê ne ku bi piştgiriyên pêwîst ev proje were mezinkirin û hemû hêzên berpirsyar di avakirina Xweseriya Demokratîk ya Êzidxan bigihe jiyanek azad û demokratîk piştgirî bidinê.      

JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK NEXŞERÊ Û RÊGEZÊN BINGEHÎN

1-Di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de avakirina Komîsyona Xweseriya Êzidxanê, di komîsyonê de Iraq, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PKK û Federasyona Demokratîk ya Bakûrê Surye nûnertiya xwe bibîne.

2- Di bin çavdêriya vê komîsyonê de bi tevlîkirina delegeyên meclîsa Gel ya Êzidxanê ya niha li ser kar, tevayî civatên Êzidiyan, bawermend û oldarên Êzidî, nûnerên jin û ciwanan, nûnerên ji civak û baweriyên cûda yên di sinorên Êzidxanê de dijîn (ji derveyî kesên destê wan di xwîna Êzidiyan û fermanêde heyîn) bi qasî jimara têr dike avakirina Meclîsa Gel ya Êzidxanê û ev meclîs weke Meclîsa Damezrêner bi xebite.

3. Di bin fermandariyek hevbeş de yekkirina hêzên YBŞ’ê û civata Êzidiyên Cûda û bi vî rengî avakirina Hêza Parastina Cewherî û ev girêdana vê hêza parastina cewherî bi Meclîsa Gel ya Êzidxanê ve.

4-Hêzên polîs û asayişê, ji hêla desteya parastinê ya ji desteya rêveber a Meclîsa Gel de were avakirin were saz kirin û were bi rêvebirin.

5-Ji bo danîn û meşandina peywendiyên gelê Êzidî bi Iraq, Hikûmeta Herêma Kurdistan, dewletên derve, saziyên navnetewî, herwiha partî û rêxistinên eleqeder, li ser bingehê bidestxistina jiyanek azad û demokratîk ya Xweseriya Demokratîk a Êzidxanê di nava meclîsê de avakirina Komîteyek Dîplomasî ya girêdayî desteya rêveber.

6- Di nava meclîsa Êzidxanê de ji bo di qadên weke tenduristî, perwerde, çand, aborî, bazirganî, sîstema dadwerî xebat meşandinê avakirina desteya rêveberan. Ev xebat tenê ji hêla Meclîsa ji van herêman hatî avakirin were bi rêvebirin.

7- Di bingeha rêgezên demokratîk û nirxên civakî yên Êzidxanê de çapemenî bi şêweyek serbixwe tê rêxistin kirin. Pirsgirêkên girêdayî çapemenî ji hêla sazî û meclîsên ji endamên çapemenî hatin avakirin ve tên çareser kirin. Meclîsa Êzidxanê bi mercê wekhev parvekirinê her sal qasiyek pere ji bo çapemenî cûda dike.

8- Her navçe û nahye pêwîst e ji hêla meclîsên herêmî ve werin rêvebirin. Çêkera meclîsê beşek bi hilbijartina giştî û wekhev, beşek jî ji nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk yên li ser bingehek demokratîk hatin hilbijartin pêk tê. Tevayî biryarên herêmê eleqeder dikin ku tevayî Êzidxanê eleqeder nakin ji hêla vê meclîsê ve tên girtin. Karên her navçe û nahye ji hêla desteya rêveber ya ji nava van meclîsan were bijartin tê rêvebirin.

9- Ji her nêrînê rêxistinbûn û hizra siyasî bi serbixwe tê rêxistinkirin û ev rêxistinbûn dibin misogeriya meclîsan û desteya rêveberîde pêk tê. Her çewisandinek li ser rêxistinbûn û ramanên siyasî dikeve dorpêça seza yan ji suc de.

10- Di tevayî qadên xebatê de bi xweser rêxistinbûna jin tê pêkanîn; di mijarên tenê jinan girêdide, rêxistinbûnên jinê bi xwe û ji hêla meclîsên jinan ve biryar tê dayîn.

11- Di tevayî komîn û meclîsan de herî kêm qoteya % 40 ya cihgirtina jinan tê pêkanîn. Ciwan jî di meclîsan de herî kêm %15 nunertiya xwe dibîne.

12- Di meclîsa Êzidxanê de, li gorî pêwîstî qota ji bo kesên oldar yên Êzidî tê cûdakirin. Ev qota jî bi sîstema hilbijartina pêwîst tê şandina meclîsê.

13- Piştî Meclîsa Gelê Êzidxanê rolê xwe yê meclîsa avakere leyist, li gorî zagona hilbijartinê bi hilbijartinên pêk were tê nûkirin. 

14- Ji % 65 hem endamên Meclîsa Êzidxan hem ji endamên meclîsên navçe û nahyeyan bi dengê giştî, %35 jî ji nûnerên sazî û civakên rêxistinkirî yên bi hilbijartek demokratî hatin diyar kirin pêk tê.

15- Meclîsa Gel a Êzidxanê, piştî rolê xwe yê damezrêner leyistin, wê ser çawabûna têkiliyên xweseriya demokratîk (Muhafaza La Merkezî) ya di Êzidxanê de were avakirin bi Hikûmeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê re, di encama danûstandinên bi hêzên cûda ya komîsyona xweseriya Êzidxanê were diyarkirin. Ger di hevdîtin û danûstandinan de lihevkirinek pêk neyê, biryara gelo wê Êzidxan bi Rêveberiya Hikûmeta Navendî ya Iraqê yan bi Hikûmeta Herêma Kurdistan yan ji rêyek siyem ya ku çareseriyek din were pêşxistin, wê bi referandumek demokratîk diyar bibe.

16- Piştî zelalbûna çawabûna têkiliyên çêkera xweser ya Êzidxanê li gel Hikûmetên têkildar, bê kû dest li cewherê xweseriya demokratîk (Muhafaza La Merkezi) ya li Êzidxanê pêkhatî were dayîn, bi şêweyek rêgezên jiyana siyasî û civakî li gel giştî Iraqê û Federaliya Başûrê Kurdistanê ne nakok bin, bi hinek gûherînan tê rewşek guncaw û hevseng.

17- Ji derveyî mijarên raste rast Êzidxanê eleqeder dikin, di mijara kiryarên weke aborî, dîplomasî û parastinê yên giştî Iraqê eleqeder dikin, wê di çarçoveya destûr û zagonên bingehîn yên Iraq û Başûrê Kurdistanê de tevger kirin çêbibe. Lê di tevayî nûnertiyên karê dîplomasî lê tê meşandin, ji ber danasîna jiyan û çanda Êzidxanê wê Êzidiyek di nûnertiya çandêde cih bigre.

18- Di bingeha rêgezên derbarê xweseriya Êzidxanê de ku li jor hatin diyar kirin, wê danasînek taybet di zagon û distûrên Iraqê û Başûrê Kurdistanêde were cih kirin.

19- Êzidî, mîraseke dîrok ji mirovahiyêre hêlayî. Li ser vî bingehî xweseriya Êzidxanê (Muhafaza La Merkezî) ne tenê di zagonên bingehîn yên Iraqêde bikeve bin mîsogeriyê; di heman demê de pêwîste dibin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de be. Komîsyona Xweseriya Êzidxanê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, heya xweseriya demokratîk tê pejirandin û dikeve jiyanê wê hebûna xwe bidomîne.

20- Di pêvajoya sazîbûna Şingalê de, ji derveyî hêzên leşkerî yên niha li Êzidxanê tên dîtin, pêwîst e ji derve tu hêzên din neyên anîna Êzidxanê. Di çarçûveya li jor hatî diyar kirin de, piştî ragihandina pejirandina xweseriya demokratîk ji hêla tevayî aliyan ve, derketina hêzên leşkerî yên ne girêdayî Meclîsa Êzidxanê ji Êzidxanê.

21- Ji bo di navnetewî de fermana 73’yan ya  li ser  Êzidiyan pêk hatî weke jenosîd were dîtin û pejirandin Komîsyona Xweseriya Êzidxanê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

22- Komîsyona Xweseriya Êzidxanê li Şingalê dadgehek serbixwe ya he rkesê destê wan di xwîna Êzidiyan de heyî û di fermanê de rolê xirap leyistîn dadgeh bike û wan seza bike.

23- Komîsyona Xweseriya Êzidxanê; protokola di 26 Cotmeha sala 2016’an li parlamentoya Ewrûpa di nav bera Êzidî, Tirkmen û Xiristiyanên Irakî de pêkhatibû piştgiriya wê protokolê bike.’’