Li Şengalê teqîn: 8 leşkerên Iraqê û sivîlek mirin
Li gundekî Şengalê mayîneke ji dema DAÎŞ’ê mabû teqiya, 8 leşkerên Iraqê û sivîlek mirin.
Li gundekî Şengalê mayîneke ji dema DAÎŞ’ê mabû teqiya, 8 leşkerên Iraqê û sivîlek mirin.
Li gundê Şerayhî Bakur dema ku leşkerên Iraqê hewl didan bombeyê betal bikin, teqîn çêbû. Li gorî çavkaniyên herêmî di teqînê de 8 leşkerên Iraqê û sivîlek mirin.
Li gorî texmînan DAÎŞ’ê dema herêm dagir kiribû, ev mayîn bi cih kiriye.