Li Îzlandayê ji bo qeşaya heliyayî bîrdarî tê amadekirin

Ji sedan tebeqeyên qeşayê yên li Îzlandayê ya destpêkê ji ber germahiya global heliya.

Îzlanda ji aliyê cografîk ve di navbera parzemînên Ewropa û Bakurê Emerîkayê de ye. Germahiya global bandor li Îzlandayê jî kir. Li Îzlandayê derdora 400 tebeqeyên qeşayê hene ku yek ji wan Okjokull e. Qeşaya Okjokull heliya ye û êdî mîna qeşayê xuya nake.

Ji bo balê bikişînin ser germahiya global, bi armanca bîranîna tebeqeya qeşaya destpêkê ya li Îzlandayê heliya, wê di 18'ê Tebaxê de lewhayek li şûna qeşa ya heliyayî bê bicihkirin.

Merasîma ku wê ji bo Okjokull li rojavayê Îzlandayê pêk were ji aliyê yek ji pisporên Zanîngeha Rice ya li DYE'yê Cymene Howe ve hate ragihandin. Howe got, "Ev yek wê bibe bîrdariyê yekemîn ku ji bo qeşaya ji ber germahiya global heliya ye."

Li gorî lêkolînan eger germahiya global bi vî rengî bidome wê 400 tebeqeyên qeşayê yên li Îzlandayê heta sala 2200'î bihelin.

Tebeqeya qeşayê ya bi navê Okjokull sala 2014'an ji vê statuyê hatibû derxistin. Okjokull ku sala 1890'î bi 16 kîlometreçargoşeyî fireh bû, sala 2012'an  tenê 0,7 kîlometreçargoşeyî jê mabû. Ji bo qeşayek weke tebeqeya qeşayê bê qebûlkirin herî kêm divê 40-50 salî di tarîtiyê de ma be û tevî giraniya xwe karibin bilivin.