Li Îranê qezaya tirafîkê; bi kêmanî 21 kes mirin

Li parêzgeha ÎSfehan a li navenda Îranê di encama li hev dana tobusek û kamyoneke madeyên şewatek li nav de, bi kêmanî 21 kes mirin.

Li gorî ajansa Îsna yê, qeza sibeha roja Şêşemê rûdaye. Otobusa ji Tehranê ber bi başûrê Kermanê ve ketibû ser rê li kamyoneke madeyên şewatek li nav qelibî.

Ji berpirsyarên polîsên Îsfehanê Cevad Dûrûstkar, 19 rêwî piştî qezayê mirine, 2 kes jî li nexweşxaneyê mirine.

Hate ragihandin ku di qezayê de 25 kes jî birîndar bûne, her du wesayît jî ji ber şewatê ziyaneke mezin gihiştiyê.

Ji bo tesbîtkirina qezayê wê lêkolîn bê destpêkirin.

Meha Tîrmeha borî jî qezayek bi heman şêwe li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatibû, 13 kes miribûn.