Li Îranê pêla nû ya çalakiyan

Li Îranê piştî li xwe mikurhatinên xistina balafira sivîl ya girêdayî rêya hewayî ya Ûkranyayê li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

Roja Şemiyê li Tehranê xwendekarên zanîngehê ji bo cangoriyên balafirê merasîma bibîranînê lidarxisti û merasîm veguherî çalakiya nerazîbûnê.

Roja Yekşemê jî li paytextê dîsan gelek kes daketin kolanan. Ev pêla çalakiyan piştî belavkirina dîmenên li ser Twîtter û lixwemikurhatinên xistina balafira Ûkranyayê hate kirin.

Her çiqas bi fermî dîmen nehate piştrastkirin jî girseya ku daketî kolan an dirûşmeyên “Derewan dikin! Dijminê me ne Emerîka, dijmin li vir e” berz kirin.

Li gelek bajarên din ên Îranê jî çalakî hatin kirin.

Balafira girêdayî rêya hewayî ya Ûkranya roja 8’ê Çileyê dema ku Îran bi moşekan êrîşî baregehên Emerîka yên li Iraqê kir hate xistin. Di balafirê de piraniya rêwiyan ku Îranî û Kanadî 176 kes miribûn.

Her çiqas destpêkê rejîma Îranê xistina balafirê ya ji aliyê wan ve înkar kiribe jî Kanada û Îngîltereyê ragihandibû ku balafir ji aliyê rejîma Îranê ve bi moşekan hatiye xistin. Li ser vê yekîneyek ya parastina hewayê ya girêdayî Zêrevanên Şoreşa Îranê ragihandibû ku bi şaşî li balafirê xistine.

Li gorî çavkaniyên mûxalîf yên Îranê çalakiyên protestoyê bi taybet li bajarên Îsfahan, Babûl, Hamedan, Meşed, Şîraz, Sine (Rojhilatê Kurdistan) û Lahîdcan hatin lidarxistin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî ji vê firsendê sûd wergirt, peyameke piştgiriyê weşand û diyar kir ku ew bi gelê Îranê re ye û çalakiyên nû ji nêz ve dişopîne.

Trûmp li ser Twîtterê wiha nivîsî: "Gelê Îranê yê wêrek ku demeke dirêj êşê dikişîne: ji dema ku bûme serok û vir ve ligel we me û rêveberiya min wê li gel we be. Em çalakiyên we ji nêz ve dişopînin û cesareta we hêzê dide me."

Li gorî Rêxisitina Efûyê di raperîna ji meha Mijdarê ve ya li dijî zam a benzînê zêdetirî 300 kes hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên mûxalîf jî nêzî hezar û 500 kes hatine kuştin. Ji vana nasnameya 704’an hate tespîtkirin û hatin weşandin.