Li Îranê ji ber koronavîrusê 194 kes mirin -NÛ BÛ

Li Îranê mirinên ji ber koronavîrusê zêde dibe. Di rojekê de 49 kes mirin. Li gorî saziyên fermî hejmara miriyan bûye 194.

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê duh êvarî daxuyanî da û diyar kir ku di rojekê de 49 kes ji ber koronavîrusê mirine û 6566 kes jî nexweş ketine.

Serokê Beşa Ragihandin û Têkiliya Giştî ya Wezareta Tendirustiyê Kîyanûş Cîhanpûr di civîna çapemeniyê de diyar kir ku hejmara kesên ji ber koronavîrusê mirine, bûye 194. Cîhanpûr diyar kir ku di 24 saetên dawîn de jî 49 kes ji ber koronavîrusê mirine, 2134 nexweş jî pak bûne.

Li gorî hejmarên fermî rewşa nexweşên li eyaletan wisa ye: Tehran 1805, Qom 685, Gîlan 496, Esfehan 564, Elborz 307, Mazenderan 620, Merkezî 335, Qezvîn 207, Semnan 175, Golistan 175, Xorasan Rezewî 154, Fars 104, Loristan 144, Tebrîz 107, Xozestan 69, Yezd 87, Zencan 53, Sine 63, Erdebil 50, Kirmaşan 33, Kirman 41, Hemadan 60, Sistan û Beluçistan 34, Hormozgan 35, Xorasana Başûr 44, Xorasana Bakur 24, Çarmehal û Bextiyarî 21, Îlam 15, Urmiye 40, Kohgîluye û BoyerEhemad 9 û Bûşehir 10."

PARLEMENTO BI REWŞA AWARTE DICIVE

Ji ber koronavîrusê parlemento di serî de li hemû saziyên dewletê yên Îranê betlane hatibû îlankirin. Ji ber ku hejmara miriyan zêde dibe, parlementoya Îranê wê îro bi rewşa awarte bicive û tevdîran nîqaş bike.

Serokê Komîsyona Tendirustiyê ya Meclîsa Îranê Mûhammed Huseyîn Kûrbanî diyar kir ji ber koronavîrusê li Meclîsa Şûraya Îslamî wê civîneke awarte were lidarxistin. Kûrbanî diyar kir ku Wezîrê Tendirustiyê Saît Nemekî û gelek parlementer wê tevlî civîna ji bo tevdîrên koronavîrusê bibin.

Wezîrê Edaletê yê Îranê Ebrahîm Reîsî diyar kir ku wê ji ber vîrûsê 70 hezar hikumxwarên din serbest berdin. Reîsî agahî neda ku girtiyên siyasî dikevin ber vê biryarê yan na.