Li Îranê encamên hilbijartinê û rêjeya tevlêbûnê hê jî nehatiye diyarkirin

12 saet ji ser hilbijartina li Îranê derbas bû lê hê jî encamên hilbijartinê û rêjeya tevlêbûnê nehatiye eşkerekirin. Tê diyarkirin ku biryara boykotê ya PJAK, KODAR û mûxalefetê bandor li hilbijartinê kiriye.

Li Îranê duh hilbijartina Parlemento û Meclîsa Pisporan a serdema 11’emîn hate lidarxistin. Ligel ku 12 saet ji ser hilbijartinê derbas bûye hê jî encama hilbijartinê û rêjeya tevlêbûnê nehatiye diyarkirin. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin tevlêbûna hilbijartinê gelekî kêm e û li hin cihên Rojhilatê Kurdistanê polîsan bi darê zorê xwestine mirovan bibin ser sindoqan.

Ji ber ku qedexe ye ku partî tevlî hilbijartinê bibin, partî bûne tifaq û wisa tevlî hilbijartinê bûne.

RÊJEYA TEVLÊBÛNÊ GELEKÎ KÊM E

Wezîrê Karê Navxweyî yê Îranê Abdureza Rahmanî Fazlî duh diyar kiribû ku encamên hilbijartinê û rêjeya tevlêbûna dibe ku vê sibehê were eşkerekirin, lê ligel ku 12 saet derbas bû jî hê jî saziyên fermî tu daxuyanî nehatiye dayin.

Fermandarê Mûxafizên Şoreşê yên Îsfahanê diyar kir ku 1,6 milyon kesan bi tenê 320 hezar kesan deng dane û ev jî diyar dike ku rêjeya tevlêbûnê 20 ji sedî ye.

Serokê Komîteya Hilbijartinê ya Navendî ya Îranê Cemal Orfî jî duh ji ajansa nûçeyan a ÎSNA’yê axivîbû û diyar kiribû ku heta saet 15.00’an ji 58 milyon kesan bi tenê 11 milyon kesan dengê xwe dane.

BOYKOTÊ BANDOR KIR

Tê dîtin ku biryara boykotê ya PJAK, KODAR, ÎKDP, HDK, Komala û partiyên din ên mûxalefetê bandor li hilbijartinê kiriye. Hêzên rejîma Îranê jî li hin herêman zext li gel kirine.

Li gorî agahiyên ku ji herêman hatine wergirtin li Sine û Merîwanê polîsên trafîkê wesayît dane sekinandin û zext li ajovanan kirine ku bila biçin ser sindoqan, heke neçin ser sindoqan wê dest deynin ser ehlîyeta wan.