Li Îranê di nava 24 saetan de 1134 kes bi koronayê ketine

Li Îranê di nava 24 saetên dawî de hezar û 1134 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, her wiha 76 kes jî ji ber vîrusê mirine.

Berdevkê Wezareta Tendirûstiya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr di civîneke çapemeniyê de bîlançoya dawî ya 24 saetan a kesên bi vîrusa koronayê ketin û hejmara miriyan ragihand.

Cîhanpûr ragihand di nava 24 saetên dawî de hezar û 1134 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 76 kes jî ji ber vîrusê mirine. Li gorî vê jî hejmara ew kesên ku li Îranê bi vîrusê ketine gihiştiye 89 hezar û 329 kesan û hejmara miriyan jî bûye 5 hezar û 750.

Her wiha heta niha jî 68 hezar û 193’ê kesên ku bi vîrusa koronayê ketine, jî baş bûne.