Li Îranê çend kes ji ber dîmenê 'barana bacanan' hatin destgîrkirin

Piştî ku dîmenê 'barana bacanan' li paytexta Îran Tehranê hate weşandin, pênc kes hatin destgîrkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, polîsên Tehranê bi daxuyaniyekê diyar kirin, "Piştî ku dîmenê li ser 'barana bacanan' a li paytextê li ser medya civakî hate weşandin, polîs tavilê kesên ku dîmen amade kirin tespît kirin û girtin."

KLÎBA BI EFEKTÊN TAYBET

General Alî Zolhadir got, "Me li ser efektên taybet lêkolîn dikir, lê bi şaşitî yek ji klîban li ser medya civakî hate weşandin."

Li gorî polîsan pênc kesên hatin girtin pêwendiya xwe bi ti kom an jî tevgerê nîne.

Di dîmen de ku li ser înternetê zû belav bû, tê dîtin ku ji nişka ve bacan ji ezmanan dibare.

Bacan li Îranê zebzeyeke ku zayendiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê hin bikarhênerên înternetê ev dîmek weke 'alegoriya destavêtinê' ya li dijî Îranê nirxandin.

Li gorî Îrnayê ku spekulasyonên li medya civakî ragihand, pisporê efektên taybet ê li Kanadayê û xebatkarê Hollywoodê Amîn Tahîrpûr ê Îranî ev dîmen amade kiriye.

Îrna got, "Ji ber merasîma cenazeyê bavê xwe serdana Îranê kiribû, lê belê ji ber ku balafira wî ya vegerê ji ber şewba Koronayê hate betalkirin niha maye û hewl dide kêf bike."