Li Îranê çalakiya protestoyî: Sefîrê Bilind ê Îngiliz hate destgîrkirin

Sefîrê Bilind ê Îngilistanê yê li Îranê Rob Macaîre bi hinceta ku xwendekarên zanîngehê ji bo çalakiyan teşwîq kiriye ji bo demeke kurt hate destgîrkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê, Sefîrê Bilind ê Îngilistanê 11'ê Çileyê bi hinceta ku xwendekarên li pêşiya zanîngeha Amîr Kabîr a li Tehranê ji bo çalakiyê teşwîq kiriye hate destgîrkirin û piştî çend saetan hate berdan.

Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Domînîc Raab daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Destgîrkirina sefîrê me yê bilind ê li Tehranê bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."

Raab got, "Hikumeta Îranê li ber biryardanê ye; ya wê bi tecrîda siyasî û aborî statuya parya dewam bike, ya jî wê bi rêya dîplomatîk angaje bibe."

XWENDEKARÊN ZANÎNGEHÊ BI HÊRS IN

Bi sedan xwendekarên li Tehranê ji bo bîranîna mirovên di qezaya balafirê de ya 8'ê Çileyê jiyana xwe ji dest dan, li zanîngeha Amîr Kabîrê li hev kom bûbûn. Ev çalakî veguherîbû çalakiya hêrsa li dijî desthilatdariyê. Çalakgeran dirûşma "Derewkar" qîriyan û xwestin ku kesên bûne sedema ketina balafirê bên darizandin. Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê xwendekaran afîşekî generalê Îranî Qasim Silêmanî çirandin ê ku di 3'ê Çileyê de ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin.

TRUMP PIŞTGIRÎ DA ÇALAKGERAN

Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî ji vê firsendê sûd wergirt, peyameke piştgiriyê weşand û diyar kir ku ew bi gelê Îranê re ye û çalakiyên nû ji nêz ve dişopîne.

Trûmp li ser Twîtterê wiha nivîsî: "Gelê Îranê yê wêrek ku demeke dirêj êşê dikişîne: ji dema ku bûme serok û vir ve li gel we me û rêveberiya min wê li gel we be. Em çalakiyên we ji nêz ve dişopînin û cesareta we hêzê dide me."