Li Îranê bîlançoya karesata lehiyê her diçe girantir dibe

Navenda Krîzê ya Îranê, piştî mehekê derbarê karesata xwezayî ku li 25 eyaletên welêt bandor kiriye daxuyaniya fermî weşand. Daxuyanî, asta metirsîdar a karesatê radixe ber çavan. 

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji 19’ê Adarê û pê de baranê destpê kir û bê navber mehekê bariya. Ev barana zêde bû sedema rabûna lehiyê û di demeke kurt de veguherî karesateke xwezayî, bandor li 25 eyaletên Îranê kir. Li sedan bajar, bajarok û bi hezaran gundan lehî rabû û bi dehan kesan jiyana xwe jidest dan, bi hezaran kes birîndar bûn. Bi deh hezaran mal û kargeh jî hilweşiyan û li ber lehiyê çûn. 2 bajar, bi dehan gund, navçe û bajarok di bin avê de man. Bi sedhezaran kes jî ji mal û warê xwe bûn û bi koçberiyê re rû bi rû man. Bi milyon dolaran xisara maddî çêbû.

NAVENDA KRÎZÊ BÎLANÇO EŞKERE KIR

Nanvenda Krîzê ya Îranê di derbarê vê karesta xwezayî ya giran de piştî mehekê bîlanço eşkere kir. Li gorî agahiyên Navendê parve kir, ji ber lehiyê xisareke mezin li 235 bajar, 4304 gundan bûye. 78 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran kes birîndar bûne. 400 hezar mirov neçar mane ku malên xwe biterikînin û li deverên din binecih bibin. 40 hezar malan xisar dîtine, 41 hezar mal jî hilweşiyane.