Li Îranê bendaveke din ziwa bû

Li bajarê Serbazê yê li Eyaleta Sîstan û Belûcîstanê, bendava Pîşînê ziwa bû.

Li gorî ajansa Nûçeyan a Îrnayê, ev bendav li gorî kapasîteya 175 milyon metrekup hatibû avakirin. Armanc ji bendavê jî ew bû ku ava baranê ya demsalî lê kom bike, pêşî li lehiyê bigire û zeviyên li Bahokalat Deştyarî av bide.

Li gorî daxuyaniya Alîkarê Serokê Karên Avakirin û Plansaziyê ya Serbazê, ava niha li bendavê ye kêmî 25 milyon metrekup e. 18 milyon metrekup ji vê avê jî ya binê bendavê ye ku nayê bikaranîn.

Rayedar diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê li Serbazê ji niha ve di gelek sektoran de xisarên mezin rû dane.

Midûrê Giştî yê Avê yê gundên Eyaleta Sîstan û Belûcîstanê Abdul Ahad Rîcî beriya niha bi demeke kin dabû xuyakirin ku li hezaran gundên eyaletê pirsgirêka avê heye û bi sedan kanî ziwa bûne.

Rîcî gotibû, "Li gundên Sîstan-Belûcîstanê 343 kanî bi temamî çikiyan" û wiha dewam kir: "Li 1.232 gundan pirsgirêka avê heye. Ji bo av bi qemyonan bê birin, pêwîstî bi krediyên taybet heye."

Rîcî anîbû ziman, ku li 3.024 gundan sîstema belavkirina avê nîne û gotibû, "Bi rêya qemyonan ava paqij ji van gundan re tê birin. Wekî din, ji bo gundên Sîstan-Belûcîstanê 348 sîstemên belavkirina avê ne çalak in."

Ziwatî û krîza avê weke yek ji pirsgirêkên bingehîn giran dibin. Ziwatî û pirsgirêka avê bandorê li gelemperiya Îranê dike. Tê gotin, ji ber ku çavkaniyên avê bi rengekî nebaş tên bikaranîn, felaketeke wiha ya ekolojîk rû daye.

Wezîrê Enerjiyê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku krîza avê bandorê li 334 bajar û li 35 milyon kesî dike.