Lêpirsîna Rûsyaye: Hevkarê Manafort jî li xwe mikurt hat

Li DYA’yê lêpirsîna Rûsyayê ku FBI rê ve dibe didome. Hate gotin hevkarê şefê kampanyaya hilbijartinê ya Trûmp Manfort jî sûcê xwe qebûl kiriye û wê bi dozgeriyê re hevkariyê bike.

Li ser îdîayên ku Rûsyayê dest li hilbijartina seroktiyê ya 2016’an a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daye, lêpirsîna ku ji hêla yek ji dozgerê taybet ê Bûroya Lêpirsîna Federal (FBE)) Robert Mueller ve tê kirin kûrtir dibe.

Şefê kampanyaya hilbijartinê ya Trûmp, Paul Manafort ku di lêpirsînê de navê wî jî derbas dibû, meha bihurî ji hêla dadgehê ve hatibû cezakirin.

Hate gotin ku Sam Pattten ku serdemekê bi Manafort re xebitî ye, li dadgehekê sûcê xwe qebûl kiriye û bi dozgerê taybet Robert Mueller re hevkarî kiriye. Diyar bû ku Patten li xwe mikur hatiye û gotiye, wan destek dane komên Rûs ku ji bo ku ji Ukraynayê veqetin şer dikin û ji bo van koman xebatên lobiye yên îllegal kirine.

Lê desteka li komên Rûs ên Ukraynayê ku Sam Patten lê mikur hatî rasterast bi lêpirsîna Robert Mueller re ne têkildar e. Herî dawî di wê dozê de ku Manafort lê hatî darizandin, ji ber sedema ku dahata xwe ya bi milyon dolarî ya  ji xebatên lobiy ku ji Ukraynayê bi dest xistî diyar nekiribû, cezayê girtîgehê xwar.

Trûmp jî derbarê lêpirsîna lêpirsîna li ser hilbijartina 2016’an kut ê gotin Rûsyayê ji bo ku ew bi ser bikeve mudahele kiriye jî, weke parçeyek ji êrîşa ser xwe dibîne. Trûmp xwestibû Robert Mueller ku di Wezareta Dadê de dixebite ji peywirê bistîne lê vê hewldanê rê li ber gelek helwestan vekiribû.