Lêpirsîna hilbijartina 2016’an a DYA’yê: 13 welatiyê Rûsya di hedefê de ne

Li DYA’yê di nav çarçoweya lêpirsîna destwerdana li hilbijartina 2016’an biryar hate standin ku li ser 13 welatiyên Rûsya lêpirsîn were vekirin, Donald Trûmp careke dî li derewê qeliband ku hilbijartin bi alîkariya Rûsya bi ser xistiye.

Donal Trûmp ku di hilbijartina 2016’an a DYA’yê de bi ser ketibû hatibû îdîakirin ku Rûsyayê mudahele li hilbijartinan kiriye û dijî namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton li ser înternetê û medyayê xebat kiriye. Li ser van îdîayan Bûroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) lêpirsê bi seroktiya berpirs Robert Mueller  tîmek hatibû peywirdarkirin.

KARSAZEKÎ ‘NÊZÎ PÛTÎN’ HEYE

Li gorî daxuyaniya Mueller bi hinceta ku mudahele li hilbijartina DYA’yê kiriye li ser 13 welatiyên Rûsya lêpirsîn da destpêkirin. Di lêprsînê de ku daraza Amerîkayê vekir, diyar bû ku ev kes bi sûcê ku li dijî Amerîkayê komplo kirine têne tawanbarkirin.

Di nav wan kesan de ku lêpirsîn li ser hatî vekirin karsazekî bi navê Yevgenî Prîgozhîn jî heye ku tê gotin têkildarî Serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e.

TRÛMP: MUDAHELEYA RÛSYA BERIYA NAMZETIYA MIN A JI BO SEROKTIYÊ DEST PÊ KIR

Li ser îdîayên ku Rûsyayê mudahele li hilbijartinên DYA’yê kiriye Serok dewlet Donald Tûrmp bi teqezî ev li derewê qelibandibû û ev lêpirsîn beriya niha weke ‘nêçîra pîresêhran’ bi nav kiribû. Trûmp li ser nûçeyên derbarê lêpirsînê li ser Twîtterê got, ‘’Rûsya kampanyaya xwe ya dijî DYA’yê 2014’an ango beriya ku ez bibim namzetê hilbijartina seroktiyê dest pê kiribû. Hilbijartina 2016’an ji vê karîger nebû. Tîma kampanyayê ya Trûmp ti şaşî nekir, ti dek û dolab negerand’’.’’

HELWESTA JI RÛSYAYÊ

Moskowê helwesteke tund dijî lêpirsîna dawî nîşan da. Berdevkek ji Karê Derve li ser sûcdariyê got, ‘tiştên kelevajî’ ne. Berdevk got got li dijî rêxistina îstîxbaratê ya Amerîkayê ya bi milyar dolaran ne pêkan e ku 13 kes mudahele li heilbijartinan bikin.